Gorên komî yên li Reqayê

Tîma Destwerdana Destpêkê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo derxistina cenazeyan ji gorên komî yên ku DAIŞ'ê, bê navber dixebite.

Gorên komî yên li Reqayê
Gorên komî yên li Reqayê
Gorên komî yên li Reqayê
Gorên komî yên li Reqayê
9 cotmeh, 2018   08:11

FECIR EL-XAKID / REQA

Tîma Destwerdana Destpêkê, ji dema dest bi kar kiriye ve 11 gorên komî vedîtine. Tîmê karî ji 8 gorên komî û li bin avahiyên wêrankirî termên sivîlan derxe. Her wiha xebatên derxistina terman li 3 gorên din jî berdewam in.

Gorên komî yên li Reqayê

Gorên Parka Zarokan, Parka El-Beyda, Parka Mizgefta Kevn, Parka Bîna El-Cemîlî, El-Tac, El-Sehlebiyê Rojava, El-Fixîxe, Karegeha Qirmîd, hin malên sivîlan li taxa El-Bedo, El-Panorama û El-Reşîd.

Gorên ku term jê hatine derxistin

Li gora El-Reşîd di 14`ê Tîrmeha 2018'an de, 553 cenaze jê 400 mêr, 50 jin, 50 zarok û 53 cenaze ku nasnameyên wan nehatin diyarkirin, hatin derxistin. 153 cenaze piştî ku ji hêla malbatan ve hatin naskirin, radestî wan kirin.

Li gora Parka El-Beyda di 14`ê Adara 2018'an de 33 term hatin derxistin, jê 12 mêr, 7 jin, 4 zarok û 10 cenaze nasnameyên wan nehatin naskirin.

Li gora Parka Zarokan di  16`ê Nîsana 2018'an de 5 cenaze hatin derxistin, jê 2 mêr, jinek, 2 zarok ku nasnameyên wan nehatin diyarkirin.

Li gora Qada Mizgefta Kevn di 26`ê Tebaxa 2018'an de 94 cenaze hatin derxistin jê 45 mêr, 13 jin, 35 zarok û cenazeyekî  ku nasnameya wî nehatiye diryarkirin. Ji wan 68 cenaze piştî naskirina wan ji hêla malbatan ve, radestî wan hatin kirin.

Li gora taxa El-Bedo di 3`yê Tîrmeha 2018'an de 64 cenaze hatin derxistin, jê 37 mêr, 9 jin, 16 zarok û 2 cenazeyên nasnameyên wan nehatin diyarkirin. 2 cenaze jî radestî malbatên wan hatin kirin.

Li gora El-Tac di 21`ê Hezîrana 2018'an de 402 cenaze hatin derxistin, jê 298 mêr, 36 jin, 57 zarok û parçeyên 6 cenazeyan ku zayenda wan nehate diyarkirin. 31 cenaze jî radestî malbatên  wan hatin kirin.

Li Gora Sêgoşeya Bîna El-Cemîlî ya taxa El-Necarîn di 1`ê Tebaxa 2018'an de 27 cenaze hatin derxistin, jê 11 mêr, 9 jin, 7 zarok û 19 cenaze jî radestî malbatên wan hatin kirin.

Li gora Panorama di 1`ê Cotmeha 2018'an de 75 cenaze hatin derxistin û 15 cenaze jî radestî xizmên wan hatin kirin û hîna jî xebat lê didomin.

Gorên ku xebat lê tên meşandin

Gora El-Fixîxe, El-Sehlebiye Rojava, Gora Kargeha Qirmîd, hin malên sivîlan ku ji ber mayinan nikarin cenazeyan derxin.

Têkildarî mijarê bijîşkê dadwerî yê Tîma Destwerdana Destpêkê Esad Mihemed wiha got: "Xebat li gora Panorama hatin meşandin û heta niha 75 cenaze hatin derxistin û hîna jî hezar û 200 cenaze li xendeqên parkê hene. Ev gor ji mezintirîn gorên komî yên li Reqayê ye. Cenazeyên ku têne naskirin em radestî malbatên wan dikin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên DAIŞ'ê di pêngava rizgarkirina Reqayê de gelek gorên komî kolandine û bi hezaran sivîlên ku hewl daye birevin, kuştin û  cenazeyên wan xistin goran. Piraniya wan sivîl bûn û bê guneh hatibûn kuştin û hindek ji wan jî çeteyan wek mertalên zindî di dema dorpêça ku di pêngavê li ser wan hatiye ferzkirin, bi kar anîbûn.

(şx)

ANHA