Êzidiyên Efrînê: Ocalan siyasetên şerê taybet aşkera kirin

Êzidiyên Efrînê got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gelê Kurd û hemû gelên herêmê re siyasetên şerê taybet ku dewleta Tirk û pergala kapîtalîzmê der heqê civakê de pêk tînin, aşkera kirin. Her wiha destnîşan kirin ku ew niha ji bo pêkanîna edalet, wekhevî û azadiyê tê dikoşin.

Êzidiyên Efrînê: Ocalan siyasetên şerê taybet aşkera kirin
9 cotmeh, 2018   08:21

CEFER CAFO - XANDÎ ELO / ŞEHBA

Her du welatiyên Êzidî yên Efrînê Şemso Elî Şêxikê û Menan Sebrî li ser tecrîdkirina Ocalan û binpêkirinên dewleta Tirk der heqê wî de ku hemû qanûn û peymanên mafên mirovan binpê dike, şermezar kirin.

Şemso Elî Şêxikê diyar kir ku dewletên dijberên gelê Kurd, der heqê wan de gelek siyasetên pişaftin û qirkirinê bi rêya şerên yekser û şêwazên şerê taybet meşandine. Şêxikê wiha got: "Ocalan bi rêya parêznameyên xwe rêya rast nîşanî me da û ew siyaset ji me re aşkera kirin."

Di dawiyê de Şemso Elî Şêxikê soza şopandina fikr û fesefeya Ocalan heta pêkanîna azadî û demokrasiyê ji hemû gelên herêmê re û avakirina civakeke azad û demokratîk da û wiha domand: "Ji vir û bi şûn de em êdî rûnanin. Lê belê ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad li ser bingeha wekhevî û edaletê em ê bixebitin."

Ji aliyê xwe ve Menan Sebrî diyar kir ku pergala kapîtalîzmê xwe li ser civakê ferz kiribû. Ji ber wê mirov mîna koleyan bûn. Lê bi derketina fikrên Ocalan ev şêwazên kapîtalîzmê aşkera bûn. Her wiha Menan Sebrî destnîşan kir ku niha ew ji bo pêkanîna edalet, wekhevî û rizgariya ji zincîrên ku li ser wan dihatin ferzkirin, tê dikoşin.

Di dawiyê de Menan Sebrî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan şermezar kir û diyar kir ku dewletên dijberên azadiya gelan, ev komplo der heqê Ocalan de beriya 20 salan ve plan kirin. Di encamê de Ocalan girtin û radestî Tirkiyeyê kirin. Niha jî dewleta Tirk ji bo ku gelên herêmê ji fikrên Ocalan dûr bixe, tecrîdeke giran li wî ferz dike. Menan bêdengiya rêxistinên mirovî li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk der heqê Ocalan de tawanbar kirin.

(şx)

ANHA