Malbatên şehîdên enternasyonalîst: Bi saya şehîdan gelên herêmê azadiyê dijîn

Malbatên şehîdên enternasyonalîst diyar kirin ku xwîna şehîdên azadiyê gelekî buha ye ji ber ku ji bo rizgariya gelên herêmê li dijî terora herî tarî di dîrokê de têkoşiyan û bi saya fedekariya wan gelên herêmê azadiyê dijîn û sîstema xwe ya demokratîk damezrandin.

Malbatên şehîdên enternasyonalîst: Bi saya şehîdan gelên herêmê azadiyê dijîn
Malbatên şehîdên enternasyonalîst: Bi saya şehîdan gelên herêmê azadiyê dijîn
Malbatên şehîdên enternasyonalîst: Bi saya şehîdan gelên herêmê azadiyê dijîn
Malbatên şehîdên enternasyonalîst: Bi saya şehîdan gelên herêmê azadiyê dijîn
Malbatên şehîdên enternasyonalîst: Bi saya şehîdan gelên herêmê azadiyê dijîn
8 cotmeh, 2018   10:35

QAMIŞLO

Şandeyeke malbatên şehîdên enternasyonalîst ku ev hefteyek e serdana Rojava dikin îro serdana Mezara Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo kirin. Li mezarê şande ji aliyê hevserokên Meclîsa Malbatên Şehîdan û endamên meclîsê ve hate pêşwazîkirin.

Şande ji bavê şehîd Şoreş Amanos, Pîter Holm û bavê şehîd Kemal, Kirîs Kêrvî û dayîka şehîd Baran Amanos, Mîlîn Dobrî pêk dihat. Evan şehîd di nava têkoşîna Yekîneyên Parastina Gel/Jin de li dijî çeteyên DAIŞ'ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûne.

Bavê şehîd kemal Krîs Kêrvî di serdanê de axivî û wiha got: "Xwîna şehîdên azadiyê li arê naçe, ji ber ku ji bo rizgariya gelên herêmê ji terora herî tarî di dîrokê de têkoşiyane. Bi saya fedekariya wan gelên herêmê azadiyê dijîn û sîstema xwe ya demokratîk damezrandine."

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Masûm Hesen jî axivî û bixêrhatina şandeyê kir û got ku bi saya fedekariya şehîdên navnetewî ku ji bo armancên mirovahiyê canê xwe feda kirine û giran buha nirxandin. Her wiha piştrast kir ku hemû şehîdên ku di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê şehîd bûne de bi saya fedekariya wan teror li herêmê tê têkşikandin.

ANHA