Koçberên kampa Eyn Îsa: Rêxistinan hewcedariyên me yên madî paşguh kirine

Rêxistinên ku li kampa Eyn Îsa dixebitin, tenê xebatên vehesîne pêşkêş dikin. Lê rewşa koçberan a madî a dijwar paşguh kirine.

8 cotmeh, 2018   09:16

TIRKÎ AL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Li gorî rêveberiya kampa Eyn Îsayê nêzî 20 rêxistinên mirovî xebatên xwe bi armanca pêşkêşkirina alîkariyan ji koçberan re di nav kampê de koordîne dike.

Lê xebatên van rêxistinan di çarçoveya pêşkêşkirina xebatên vehesînê ji zarokan re wek yarî, werzîş û gelek lîstokên din de maye. Bi vê yekê rewşa koçberan a madî û şert û mercên jiyanê yên dijwar û kêmasiyên pêdiviyên wan ji madeyên xwarinê, derman û guhertina konên wan paşguh dikin.

Her yek ji van rêxistinan her mehekê parên madeyên xwarinê ku têra koçberan nain, belav dikin.

Di kampê de nêzî 13 hezar koçber ji Reqa, Dêrazor û hindek bajarên Sûriyeyê û penaberên Iraqê bi cih bûne. Hemû koçber di çarçoveya girtina mitbexa ku Rêveberiya kampê bi alîkariya rêxistinekê vekiribûn ji ber desteka kêm, di şert û mercên dijwar de ne.

Têkildarî mijarê koçberên kampê nêrînên xwe bi rêya ajansa me parve kirin.

Her du koçberên bi navên Mihemed Ehmed û Hemîd El-Xelîf tekez kir ku rêxistinên mirovî ji bilî para mehane tu alîkariyê pêşkêş nakin û ew jî di çarçoveya girtina mitfeqa kampê de ku rojane danên xwarinê belav dikirin, têra wan nake.

Ji aliyê xwe ve koçberê bi navê Ibrahîm El-Ziêtir destnîşan kir ku rêxistinên tenduristiyê yên li kampê tenê belgeyên veguhastina nexweşan ji nexweşxane û beşên din re li navçe yan jî li kantonê didin û tu derman belav nakin û wiha domand: "Rewşa madî ya me paşguh kirine. Ji ber nebûna pereyan em nikarin dermanan bikirin an jî biçin nexweşxaneyan."

Di her civînekê de bi wan rêxistinan re rêveberiya kampa Eyn Îsa daxwaza pêşkêşkirina alîkariyê ji koçberan re wekî madeyên xwarinê, derman û guhertina konên wan dike, lê ew rêxistin daxwazên rêveberiyê paşguh dikin.

Têkildarî vê mijarê endamê rêveber ê kampa Eyn Îsa Celal El-Eyaf bang li rêxistinên mirovî yên ku li kampê kar dikin kir ku alîkariyên xwarinê, derman û guhertina konan ji koçberan re pêşkêş bikin û ne tenê xebatên vehesînê.

Her wiha El-Eyaf diyar kir ku wan gelek daxwaznameyên guhertina konan ji rêxistina berpirsa konan re rakirine, lê heta niha bersiva daxwazên wan nedane.

(şx)

ANHA