Bîranînên koçberên Dêrazorê

Li çolistaneke ziwa, di bin germa havînê de, kêlî mîna rojan derbas dibin. Bîranînê mirinê di bala wî de mayînde bûne. Serpêhatiya Xalib El-Deqir ku çeteyên DAIŞ‘ê 5 caran ew koçber kiriye, hovîtiya çeteyan nîşan dide.

Bîranînên koçberên Dêrazorê
8 cotmeh, 2018   09:14

UDEY EL-EHMED – EHMED SEMÎR / DÊRAZOR

Di kampa Îwa de çîrokên êş û zehmetiya koçberiyê belav dibin. Dema ku gihaştin herêmên ewle yên QSD`ê tirs û xof winda kirin û aramî kete dilê wan.

Li kampa Îwa ya nêzî bajarokê Hecînê, bi dehan malbatên ku ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê reviyene, dimînin. Apê Xalib El-Deqir (50) tevî 3 birayên xwe di konekî de dimîne. Apê Xalib di 50 saliya xwe de tevî malbata xwe ji ber tirsa ji çeteyên DAIŞ`ê ber bi herêmên QSD`ê ve reviya.

Rêwîtiya ji El-Bûkemalê heta Hecînê

El-Deqir ji ajansa me ANHA`yê re li ser rêwîtiya xwe ya ku ji bajarê El-Bûkemal ku niha di bin serweriya rêjîma Sûriyeyê de ye, axivî.

El-Deqir got beriya salek û 4 mehan operasyonên leşkerî yên rêjîma Sûriyeyê û topbarana wê li ser bajarê El-Bûkemal ku çeteyên DAIŞ`ê li wê derê hene, zêde bû.  Ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê li wê derê hebûn, rewş xirab dibû. Ji ber wê tevî 2 birayên xwe û malbatên wan berê xwe dan herêma El-Hesrat û li wê derê 4 mehan man.

El-Deqir destnîşan kir ku piştî 4 mehan ji mayina wan li herêma El-Hesrat berê xwe dan El-Xeranîc û paşê ber bi Ebû Hemamê ve çûn. Li wê derê tirs û xof zêde bû. Hejmara çeteyan ji ya sivîlan zêdetir bû. Ji ber vê yekê El-Deqir berê xwe da herêma Hecîn û li wê derê ma, heta ku gihaşt kampê.

El-Deqir diyar kir ku hejmareke mezin ji şêniyên ku li herêmê dixebitîn û xwediyên dikanên bazirganiyê ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê dev ji karê xwe berda.

El-Deqir diyar kir ku ji ber kiryar û hovîtiya çeteyan şêniyên herêmê neçar mabûn ji malên xwe dernekevin, tu kar nedikirin da ku danûstandina wan bi çeteyan re çênebe, her wiha ji bo mal û milkên xwe biparêzin.

Berî ku berhemên darên xurmeyan bigihîjin jê dikirin da ku ji çeteyan re nehêlin

Piştî ku çeteyan DAIŞ`ê asê man, bac li ser sivîlên ku darên xurman di malên wan de hene, bi hinceta zikeyê li gorî pîvanên wan ferz dikirin.

El-Deqir got çeteyan serjimarî ji darên xurmeyan ên li malên sivîlan de çêkirin û li gel xwe qeyd kirin da ku bacê li ser wan ferz bikin, tevî ku dizanin ew dar ên şêniyan in û ne ji bo firotinê ne, heta ku bacê li ser wan ferz bikin.

El-Deqir destnîşan kir ku di mala wan de 5 darên xurmeyan hene, beriya ku berhemên wan bigihîjin, wî rakirin da ku ji çeteyan re nemînin.

El-Deqir diyar kir ku hemû erebeyên ku barê wan madeyên xwarinê bû, li deriyê veguhastina bajêr dihatin desteserkirin û ber bi depoyên çeteyan ve dihatin birin. Piştî ku li wê derê kom dikirin di cihekî bi navê "Mol" de bi pereyên zêde difirotin şêniyan.

El-Deqir tekez kir ku ew ji saetên sibê heta êvarê disekinîn heta ku torbeyeke savarê bistînin. Her wiha El-Deqir got çete bêyî ku li hêviya tiştekî bimînin dihatin û yekser her tişt bi miqdarên zêde digirtin.

Kêmbûna xwarinê û keysbaziya wê ji aliyê çeteyan ve hişt ku El-Deqir û bi dehan şênî derbasî baxçeyan bibin û ji ber birçîbûna zêde pincarên li wê derê bixwin da ku nexweş nekevin.

Gelek caran xwest birevin

Di demên dawîn de çeteyên DAIŞ`ê nedihişt sivîl ji malên xwe derkevin da ku wan wek mertalên zindî bi kar bînin, her wiha ji bo ku astengiyan li pêşiya pêşveçûnên şervanên QSD`ê çêkin.

El-Deqir li ser êş û zehmetiya ku dema ber bi herêmên QSD`ê ve reviya axivî. El-Deqir destnîşan kir ku çeteyan nedihişt ew ji malên xwe derkevin, her kesê ku dixwest derkeve pêwîst e derketina wî ji aliyê çeteyan ve bihata erêkirin û tenê derfeta derketinê didan kesên ku dixwestin ber bi herêmên serweriya çeteyan ve biçin.

El-Deqir di axaftina xwe de diyar kir ku wan 3 caran xwest derkevin lê her tim ji aliyê çeteyan ve dihatin girtin û li malên wan vedigerandin, lê di cara 4`an de derketina wan bi ser ket û xwe gihandin herêma El-Deşim. Li wê derê aramî û û ewlehî li gel şervanên QSD`ê dîtin.

QSD hêza rizgarkirinê ye

El-Deqir destnîşan kir ku şervanên QSD`ê hêzên rizgarkirina gelan in, ew rizgar kirin, hemû pêwîstî ji wan re pêşkêş kirin û ber bi cihê ewle ve birin û diyar kir ku QSD sivîlan rizgar dike û wan ji hovîtî û mayinên çeteyan diparêze.

El-Deqir di dawiya axaftina xwe de got dûrî hemû nakokî û pirsgirêkan lê di dawiyê de ew hemû gelê Sûriyeyê ne, Kurd, Ereb û Aşûr bi hev re li herêmê dijîn û tu cihê çeteyan DAIŞ`ê li gel wan tune ye.

(bx)

ANHA