2 milyon û 210 hezar lître mazot li Hesekê hate belavkirin

Gerînendetiya Sedkobê li bajarê Hesekê heta niha 2 milyon û 210 hezar lître mazot li şêniyên taxên bajarê Hesekê û deverên nêzî wê belav kirin. Her wiha xebatên belavkirinê hê jî berdewam in. 

2 milyon û 210 hezar lître mazot li Hesekê hate belavkirin
8 cotmeh, 2018   08:58

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Bi hatina zivistanê re û ji bo bicihanîna pêwîstiyên welatiyan ji mazotê, Gerînendetiya Sadkobê li bajarê Hesekê mazot li şêniyan belav dike û para her malbatekê bermîlek e.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Beşa Sotemeniyê ya Hesekê Şepal Fatimê ji ANHA’yê re ragihand ku di destpêka meha Tebaxê de hevserokên şaredariyên gel ên bajarê Hesekê ji bo naskirina hejmara malbatên niştecihên bajêr serjimariyek çêkir. Li ser wê û bi alîkariya komînan xebatên belavkirinê hatin meşandin.

Fatimê destnîşan kir ku wan xebatên belavkirinê li taxên El-Kelasê, El-Muftî, El-Salhiyê bakur, El-Xeşman û gundê Sefiya bi dawî kirine. Her wiha diyar kir ku xebatên belavkirinê li taxên El-Telaêi, El-Mişêrfê, bajarokê Til Tewîlê û Red Şeqra didomin.

Şepal Fatimê destnîşan kir ku di destpêka hefteya bê de dê xebatên belavkirina mazotê li taxên başûr, rojhilat û rojava bidin meşandin. Fatimê bal kişand ku wan heta niha 2 milyon û 210 hezar lître mazot belav kiriye.

Di dawiyê de Fatimê destnîşan kir ku ji bo ku şênî di zivistanê de bê mazot nemînin piştî bidawîbûna beşa yekemîn ji xebatên belavkirinê dê dest bi beşa duyemîn bikin û wiha got: "Eger serma dirêj bike, wê demê em ê careke din belav bikin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêveberiya Sadkobê dê xebatên firotina mazot û gazê di nav kolanên Hesekê de qedexe bike û ew jî piştî agahdarkirina xwediyên wan beriya hefteyekê.

(şx)

ANHA