ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.10.2018
8 cotmeh, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-TEV-DEM‘ê ji bo nirxandina rewşa siyasî civînekî li gundê Bînê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi armanca şermezarkirina komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê yên li Efrînê meşek li taxa Şêxmeqsûd a Helebê tê lidarxistin, saet 17:00. Li Kantona Kobanê jî bi pêşengtiya Yekitiya Ciwanên Rojava meşek tê organîzekirin, saet 19:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Werzîşê ya bajarê Minbicê yekem stada fotbolê li bajar vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa navçeya Eyn Îsayê  bi civînekê rewşa siyasî ji welatiyan re şîrove dike, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li çolistaneke zûha, di bin şeweta germa havînî kêlî mîna rojan derbas dibe, rêwîtiya ber bi dojehê ve, bîranînê mirinê di bala wî de mayînde maye, serpêhatiya "Xalid El-Deqir" ku çeteyên DAIŞ‘ê 5 caran ew koçber kiriye, herî dawî li Hecînê hiştin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Kantona Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne gotin Abdullah Ocalan ji bo rê li ber herînka xwînê li herêmê bigire, ji Sûriyeyê û Rojhilata Navîn derket. Her wiha komploya navdewletî şermezar kirin û tekez kirin ku wê hemû komplo helbet dê têk biçin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kesayeta Gûrbetellî Ersoz; Berxwedan, eşqa azadiyê, hezkirina kar û ked pênasê dike, rêheval û hevpîşa wê Ozgûr Serhat û destnîşan dike ku bi mîrateya Gûrbetellî re nahelin ku heqîqat tarî bimene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çeteyekî DAIŞ’ê ku ji aliyê YPG’ê ve hatiye girtin, hevalbendiya Tirkiyeyê bi DAIŞ’ê re ku çawa rê ji çeteyan re vekirin ku ji welatên cuda werin tev li DAIŞ`ê bibin, aşkera dike. Çete dibêje ku wî DAIŞ li Tirkiyeyê nas kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Li girê Kevrê Ker yê devera Reco berxwedaneke bê hempa hate meşandin. Kevrê Ker li hemberî êrîşên artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê kelehek bû. Di vê berxwedanê de çîrokên fedekarî û îradeyê derketin. 6 şervanan li hemberî bi dehan çeteyan li ber xwe dan û hemû kuştin. Şervan piştî ku birîndar bûn, berxwedana xwe domandin. Li hemberî vê berxwedana efsaneyî artêşa Tirk çekên qedexekirî li dijî şervanan bikar anîn da ku îradeya wan bişkîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Erdogan ji bo xewnên xwe yên vejandina Dewleta Osmanî pêk bîne, alîkariya hemû komên terorîst ên li Sûriyeyê kir. Lê ji ber destwerdana Rûsyayê planên wî têk çûn. Her wiha helwestên wî jî gelekî hatin guhertin. Bi her awayî dijberiya gelê Kurd dikir û ji bo tunekirina gelê Kurd ji her tiştî re amade bû. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Endamê berê yê Komîteya Doplomasî ya TEV-DEM Arif Şêxo destnîşan kir ku Idlibê bûye medaya tesfiyekirina hesaban û got, Erdogan ji ber têkçûyîna aboriya Tirkiyeyê dê neçar bimîne ku tazîmetan bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Nilufer Koç diyar kir ku PDK’ê piştî referandumê şikestinek mezin di aliyê siyaseta navnetewî de jiyankir û got ku ma dê PDK heya kengî dijberî yekitiya netewî tevbigere? (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Yekitiya Jinan a kantona Şehbayê dewreyeke perwerdeyê ya bikaranîna çek dide destpêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yekîtiya Jina Azad hew dide bi rêya dewreyên vekirî jinên hemû pêkhateyên Şehbayê perwerde bike û asta wan a fikrî pêş bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Peymangeha Zanistên Perwerdeyî ya Ciwanan a li gundê El-Hikumiyê yê girêdayî bajarê Reqayê 5 dewreyên perwerdeyê bi dawî kiriye. Niha jî dewreya 6'emîn ku 37 ciwanên Reqa û gundewarên tev lê bûne, daye destpêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê bi dirûşma "Bi hev re em çanda perwerdeyê li gel zarokan biçînin" çalakiyên hunerî organîze dike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên gundên Mergeda bang li Şerdariya Gel a Mergeda û Şedadê kirin ku pirên di navbera Kantona Hesekê û bajarê Dêrazorê de sererast bikin. Ji aliyê xwe ve şaredariyê diyar kir ku ji ber kêm derfetan tenê beşek ji piran sererast kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêxistinên ku li Kampa Eyn Îsayê dixebitin tenê xebatên vehesîne pêşkeş dikin. Lê rewşa koçberan a madî a dijwar paşguh kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mûdîriyeta Sedkobê ya bajarê Hesekê heta niha 2 milyon û 210 hezar lître mazot li şêniyên taxên bajarê Hesekê û deverên nêzî wê belav kirin, xebatên belavkirinê hê jî berdewam in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA