Sererastkirina pira kevn a Reqayê didome

Şaredariya Gel a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê kar û xebatên sererastkirina pira Reqayê ya kevn û kolanên bajêr didomîne.

Sererastkirina pira kevn a Reqayê didome
Sererastkirina pira kevn a Reqayê didome
Sererastkirina pira kevn a Reqayê didome
Sererastkirina pira kevn a Reqayê didome
Sererastkirina pira kevn a Reqayê didome
Sererastkirina pira kevn a Reqayê didome
Sererastkirina pira kevn a Reqayê didome
Sererastkirina pira kevn a Reqayê didome
7 cotmeh, 2018   11:09

REQA

Şaredariya Gel a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Komîteya Jinûveavakirinê kar û xebatên sererastkirina pira kevn a Reqayê didomîne.

Cîgirê berpirsê projeyê Abdulrehman El-Hesen diyar kir ku ew rojane bi hemû hêza xwe kar dikin da ku pirê sererast bikin.

El-Hesen tekez kir ku kar û xebatên wan didomin lê hindek astengî mîna kêmderfet û pêwîstiyan di kar de derdikevin û got tevî hemû zehmetiyan jî ew ê di demeke nêz de kar û xebatên sererastkirinê bi dawî bikin.

Ji aliyê xwe ve Şaredariya Gel a Reqayê sererastkirina rê û kolanên bajêr didomîne. Di vê çarçoveyê de hevserokê Navenda Fenî ya Şaredariya Gel a Reqayê endezyar Mihemed Bekrî diyar kir ku girîngiya rêya El-Deriya heye, ji ber ku bajarê Reqa û gundewarên rojava bi hev girê dide û tevgera erebeyan li wê derê zêde ye. Ji ber wê wan îro di saetên sibê de dest bi sererastkirinê kir. Dê rê bi dirêjiya 2,5 kîlometre û firehiya 20 metre were serastkirin.

(bx)

ANHA