Rêveberiya Xweser pesna rola welatiyên Bakurê Kurdistanê di şikandina DAIŞ'ê de da

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê bi daxuyaniyekê salvegera herikîna bi hezaran welatiyên Bakurê Kurdistanê ya li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de dema berxwedana dîrokî ya Kobanê bi bîr anî û piştrast kir ku helwesta wan hişt ku asta têkoşînê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bilindtir bibe û fikra azad û demokrasiyê belav bibe.

Rêveberiya Xweser pesna rola welatiyên Bakurê Kurdistanê di şikandina DAIŞ'ê de da
7 cotmeh, 2018   11:10

KOBANÊ

Îro salvegera serhildana welatiyên Bakurê Kurdistanê li ser sînorê Kobanê ye ku helwesta xwe ya piştgiriya bi berxwedana dîrokî re li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku di 15'ê Îlûna 2014'an de destpê kiribû nîşan dan.

Berxwedana Kobanê 134 rojan bê navber ji aliyê şervanên YPG'ê û YPJ'ê ve li dijî çeteyên DAIŞ'ê dom kir û di 26'ê Çileya 2015'an de bajar ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin.

Di rojên herî dijwar ên berxwedanê de li taxên bajarê Kobanê bi hezaran welatiyên Bakurê Kurdistanê berê xwe dan deverên sînor û piştgiriya xwe bi berxwedana şervanên YPG'ê û YPJ'ê re nîşan dan. Her wiha li seranserî bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xwepêşandan lidar xistin.

Girêdayî mijarê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê îro daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Desteya Karûbarên Derve ya kantona Kobanê Gulê Hesen ve hate xwendin. Her wiha nûner û endamên desteyên Rêveberiya Xweser jî amade bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Terora cîhanî ku nûnertiya wê DAIŞ dike di 15'ê Îlûna 2014'an de dest bi êrîşeke mezin li dijî herêma Kobanê kir. Ev êrîşa qirêj doza Kurdî armanc dikir û hewl da projeya azadiyê û demokrastiyê têk bibe.

Lê welatiyên her çar parçeyên Kurdistanê seferberî îlan kirn û li hemberî van êrîşan li ber xwe dan. Welatiyên Bakurê Kurdistanê û Anadoliyayê di 7'ê Cotmeha 2014'an de daketin kolanan û êrîşên li dijî Kobanê şermezar kirin. her wiha dayîkan bi dengekî bilind li ser sînor qîriyan û gotin ku Kobanê ne bi tena xwe ye û ew ti carî dest ji Kobanê bernadin. Ev peyam ji giştî cîhanê re bû.

Welatiyan bi bedena xwe dîwarekî parastinê li ser sînor ava kirin da ku rê li pêşiya derbasbûna çeteyan a Kobanê bigirin. Di çalakiyên welatiyan de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de gelek ciwan ku beşdarî xwepêşandanên piştgiriya berxwedana Kobanê bibûn ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin.

Berxwedana Kobanê ji giştî cîhanê re piştrast kir ku biratiya gelan ti carî nahê têkşikandin.

Em weke welatiyên Kobanê û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê helwesta ku Bakurê Kurdistanê nîşan daye silav dikin û helwesta wan hişt ku çarçoveya berxwedana li dijî terorê were guhertin û asta têkoşînê were bilindkirin."

ANHA