Dayikên Aştiyê yên Enternasyonalîst serdana Serêkaniyê kirin

Şandeya Dayikên Aştiyê yên Enternasyonalîst ku ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê û naskirina xebatên jinan li herêmê hatin Rojava, li dêra Serêkaniyê bi gel re dua kirin.

Dayikên Aştiyê yên Enternasyonalîst serdana Serêkaniyê kirin
Dayikên Aştiyê yên Enternasyonalîst serdana Serêkaniyê kirin
Dayikên Aştiyê yên Enternasyonalîst serdana Serêkaniyê kirin
Dayikên Aştiyê yên Enternasyonalîst serdana Serêkaniyê kirin
7 cotmeh, 2018   11:03

HESEKÊ

Şande li ser vexwendina Akademiya Jineolojiyê ya Rojava û bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê û naskirina xebatên jin li herêmên Bakurê Sûriyeyê duh li navenda Kongreya Star hatibûn pêşwazîkirin, îro gihaştin Serêkaniyê.

Şande ji endamên Rêxistina Mothers For Peace Delegation ango Dayikên Aştiyê yên Enternasyonalîst Cloa Agistros û Conslevo Nunes ên ji Spanyayê, Daniele Hackman û Clavidia Lucas ên Almanî, Ana Maria ya Îtalî û Katrina Lacardin û And Hellen Near ên Fransî pêk tên destpêkê derbasî komîna sînemayê bûn. Dayikan li wir serdana xebatkarên sînemayê kir.

Piştî wê jî dayikan berê xwe da Dêra Meryem Ardedoks a Suryanan û bi gelê Suryan re nimêja yekşemê kir. Piştî nimêjê dayikan berê xwe da bajarê Kobanê.

ANHA