Ciwanên Minbicê birêxistinkirinê xwe mezin dikin

Ji 21'ê Tebaxa 2016'an ve ciwanên Mibicê hewl didin xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin û rola xwe bi awayekî çalak di nav civakê de nîşan bidin.

Ciwanên Minbicê birêxistinkirinê xwe mezin dikin
7 cotmeh, 2018   08:15

KAMÎRAN XOCA - CIWAN EHMED / MINBIC

Ciwanên Sûriyeyê ji ber siyasta pergalên desthilatdariyê hatin paşguhkirin. Di dirêjahiya salên berê de û heta destpêkirina şoreşa Sûriyeyê ciwan di pêngava destpêkê ya şoreşê de ku bi 'aştî' hatibû binavkirin, nehatin birêxistinkirin. Piştî ku alozî kûrtir bûn û veguherîn nakokiyeke leşkerî, rewşa ciwanan nehat guhertin.

Li şûna ku ciwan di vê rewşa hesas de ku welat tê re derbas dibe, li ser pêşkêşkirina alîkariyê bên teşwîqkirin û parastina welat bikin, berovajî wê ciwan ji ber nebirêxistinbûnê belav bûn û berê xwe dan koçberiyê û bi hezaran ciwan derketin derveyî welat.

Ev belavbûn bi derketina wan, bu sedemek ku çeteyên DAIŞ'ê xwe bi hêz bike û bandora xwe li herêmê zêde bike.

Rewşa li Minbicê jî ji ya giştî ne cuda bû. Lê piştî rizgarkirina bajêr ji hêla QSD'ê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve di 12'ê Tebaxa 2016'an de ev rewş hate guhertin. Rêveberiya Sivîl li ser rêgeza neteweya demokratîk dest bi birêxistinkirina civakê, di serî de jî dest bi birêxistinkirina ciwanan kir. Ji ber ku ciwan hêza dînamîk a civakan in û dikarin guhertinê di civakê de pêk bînin.

Di têgeha neteweya demokratîk de ciwan li rex jinan ji rêgezên bingehîn in ku dikarin guhertinê û pêşketinan pêk bînin. Ji ber wê armanca yekemîn a şoreşa Rojava birêxistinkirina ciwan û jinan û rizgarkirina wan ji fikra desthilatdariyê ye.

Neteweya demokratîk projeyek e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye. Ev proje li Bakurê Sûriyeyê bingeh e. Ocalan projeya neteweya demokratîk wiha pênase dike: 'Ew civaka hevpar ku ji ferd û komên azad û bi vîna xwe ya xweser ava dibe. Ew bi sînorên siyasî nehatiye xêzkirin û ne girêdayî olekî, zimanekî yan jî dîrokekî ye. Lê belê yekgirtin û hevkariyê di navbera welatî û koman de li ser bingeha wekhevî, pirrengî û azadiyê rave dike.'

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Sivîl a Minbicê Komîteya Ciwan û Werzîşê û Meclisa Ciwanan ava kir. Her wiha navendên ciwanan li gundewarên Minbicê û akademiyên taybet ji bo ciwanan vekirin.

Bi armanca pêşxistina ciwanan û bicihanîna rêgezên neteweya demokratîk ji bo pêkanîna armancên wê, pêwîst bû ku ciwan werin perwerdekirin. Ji ber wê Akademiya Şehîd Hozan bi mebesta perwerdekirina ciwanan hate vekirin.

Ji akademiyê heta niha 12 dewre bi tevlêbûna bi dehan ciwanên Minbicê derçûne. Yekemîn dewre di 5'ê Çileya 2017'an de hatibû lidarxistin.

Têkildarî armanca Akademiya Şehîd Hozan Can, cîgirê hevserokatiya Komîteya Ciwan û Werzîşê Îmad El-Mûsa destnîşan kir ku ev akademî bi zanakirina ciwanan û geşepêdana wan ji aliyên fikrî û exlaqî ve hatiye vekirin.  Îmad wiha domand: "Dewre 18 rojan berdewam dike. Di dewreyê de waneyên fikrî û waneyên din ku zêdekirina rêjeya zanabûnê armanc dikin û naskirina ciwanan bi rola wan di civakê de tên dayîn."

Piştî bicihanîna rêxistinên xwe, ciwan tev li gelek çalakiyên li ser asta Minbicê, asta Bakurê Sûriyeyê wekî pêngavên 'Serî hilde', 'Welat welatê me ye', 'Tolhildan soza me ye' û hemleyek taybet ji bo jinên ciwan bi navê 'Xwe biparêze' bûn.

Rêveberiya Sivîl û saziyên girêdayî ciwanan ji komîte, navend û akademî hewl didin rola ciwanan bi awayekî mezin bi pêş bixin da ku bibin çîneke çalak.

Girêdayî mijarê hevserokê Meclisa Ciwanên Minbicê û gundewarên wê Selah Cuma got: "Tu sînorek ji asta pêşketina ciwanan re tune ye. Pêşketina ciwanan tu sînorên wê tune ne. Bi berfirehbûna projeya neteweya demokratîk re xebatên ciwanan berfireh dibin û sînorên Minbic û Sûriyeyê derbas dikin."

Piraniya herêmên Bakurê Sûriyeyê yên ku di bin serweriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ye, şêniyên wan herêman xwe bi rê ve dibin. Ciwan roleke pêşeng digirin ser xwe. Ji ber ku ji bingehên hêzên leşkerî ne. Her wiha bi rêjeyên mezin tev li rêveberî û saziyên sivîl û leşkerî bûne, heta bûne ji endamên bingehîn û çalak di parastina herêmê û rêvebirina wê li ser bingeha rêzgezên neteweya demokratîk de.

(şx)

ANHA