Gotinên Ocalan niha pêk tên''

Welatiyê bi navê Receb Mistefa bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye û beşdarî çalakiya konvedanê ya Kongreya Star dibe. Receb got hemû gotinên Ocalan niha pêk tên.

Gotinên Ocalan niha pêk tên''
7 cotmeh, 2018   06:57

SÎLVA MISTEFA - ROZANA DADO / HELEB

Welatiyê bi navê Receb Mistefa tev li çalakiyên konvedanê bûye ku Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku bi armanca şermezarkirina binpêkirinên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk tên, li darxistiye.

Di hevpeyvîneke li gel ajansa me de Receb Mistefa li ser hevdîtina xwe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re axivî.

Receb Mistefa 70 salî ye û bavê şehîd Mehsûm e ku di şerên ku li Girê Spî de şehîd bûye. Her wiha bavê şervana Yekîneyên Parastina Gel (YPJ) Avrîn Mehsûm ku şehadeta wê di Berxwedana Serdemê de hatibû ragihandin. Avrîn şehîd nebûbû lê belê 26 rojan di herêma di navbera şervanan û çeteyên artêşa Tirk de asê mabû.

Receb Mistefa bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di salên 80'yî de li peytexa Sûriyeyê Şamê civiyabû. Mistefa destnîşan kir ku Ocalan gelekî bandor lê kiriye û wiha got: "Bi rêya girtina Ocalan xwestin Kurd ji fikrên Ocalan dûr bixin." Mistefa wiha domand: "Hevdîtina min bi Ocalan re, besha gelek bûyeran kir. Piraniya gotinên wî niha pêk tên. Ji min re behsa şerên ku niha rû didin û veguhertina Rojhilata Navîn ji navendeke nakok re kir."

Receb Mistefa di berdewama gotinên xwe de destnîşan kir ku Ocalan her tim behsa bangkirina hemû çînên civakê li Rojhilata Navîn bi azadiya xwe kir û ev tişt got: "Ocalan got ku gel ji 7 heta 70 saliyê dê çek rakin û parastina xaka xwe bikin. Ev tişt niha li Rojava û Bakurê Sûriyeyê pêk tê."

Ji aliyekî din ve Mistefa diyar kir ku Ocalan girîngî dida rola jinan û wiha pê de çû: "Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ji min re got; `Meşa me bi tevlêbûna jinan wekî roleke pêşeng dest pê kir û pê em ê encama têkoşîna xwe berhev bikin`. Ev gotin di mêjiya min de ma. Şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê gotina Ocalan tekez dike û rola wan a pêşeng di civakê de diyar e."

Di dawiyê de Receb Mistefa destnîşan kir ku azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e û di serî de ya jinan û rizgarkirina Efrînê bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye.

(şx)

ANHA