Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re bihara siyasî li Bakurê Sûriyeyê dest pê kir

Tevgera siyasî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi pêş ket, gelek buroyên siyasî yên cuda li herêmê hatin vekirin. Di nava vê tevgerê de jinan jî xwe bi awayekî bi rêk û pêk birêxistin kir.

Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re bihara siyasî li Bakurê Sûriyeyê dest pê kir
Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re bihara siyasî li Bakurê Sûriyeyê dest pê kir
Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re bihara siyasî li Bakurê Sûriyeyê dest pê kir
Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re bihara siyasî li Bakurê Sûriyeyê dest pê kir
Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re bihara siyasî li Bakurê Sûriyeyê dest pê kir
Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re bihara siyasî li Bakurê Sûriyeyê dest pê kir
Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re bihara siyasî li Bakurê Sûriyeyê dest pê kir
Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re bihara siyasî li Bakurê Sûriyeyê dest pê kir
Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re bihara siyasî li Bakurê Sûriyeyê dest pê kir
Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re bihara siyasî li Bakurê Sûriyeyê dest pê kir
7 cotmeh, 2018   08:17

RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Piştî ku Sûriye ji dagirkeriya Osmaniyan hate rizgarkirin, partiyên siyasî di Sûriyeyê de hatin avakirin. Yekemîn partiya siyasî bi navê Partiya Sûriyeyê ya Neteweyî û Civakî di sala 1932'yan de hate damezirandin. Partiya Baas a Erebî ya Sosyal di 7'ê Nîsana 1947'an de hate damezirandin. Di Sûriyeyê de yekemîn partiya siyasî ya kurdî di sala 1957'an de bi navê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê hate damezirandin.

Ji sala 1947'an heta sala 1963'yan partiyên siyasî di Sûriyeyê de heta astekê azad tev digeriyan. Piştî ku Partiya Baas desthilatdarî di Sûriyeyê de bi dest xwe ve anî, tevgera partiyên siyasî yên din qedexe kir. Partiya Baas bi hezaran çalakvanên siyasî girtin û bi sedan ji wan kuştin. Wekî tugay Mihemed Umran di sala 1972'yan de û heta şêxê Durziyan Wehîd Belhos di sala 2015'an de.

Tevgera siyasî li herêma Cizîrê di serdema desthilatdariya rêjîma Baasê de bi temamî qedexe bû û hemû kesên ku li derveyî partiya Baasê tev digeriyan rastî girtin, dersînorkirin û kuştinê dihatin. Wekî mînak endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Osman Dadelî û Ehmed Hisên (Bavê Cûdî) di sala 2004'an de di zindanên rêjîma Sûriyeyê de di bin îşkenceyê de şehîd bûn. Ji ber vê yekê partiyên siyasî yên herêmê kar û xebatên xwe bi awayekî veşartî didan meşandin.

Di serdema desthilatdariya rêjîma Baasê de civak ji jiyana siyasî hate dûrxistin û rêjîmê siyaseta yek partî dida meşandin; "Yan Baasî be yan jî ne ji mafê te ye tu xebatên siyasî bikî".

Piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê jiyana siyasî hate guhertin

Piştî ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Rojava dest pê kir, jiyana siyasî di nava civakê de geş bû. Gelek partiyên siyasî yên cuda ji hemû pêkhateyan buroyên xwe vekirin û êdî her partiyek bi awayekî azad kar û xebatên xwe yên siyasî di nava civakê de dide meşandin. Wek mînak li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê gelek buroyên partiyên siyasî hatin vekirin.

Endamê Rêveberiya PYD'ê Silêman Hisên da zanîn ku ji destpêka şoreşa 19'ê Tîrmehê ve û bi taybet piştî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava hate avakirin jiyana siyasî bi pêş dikeve. Nemaze Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rê li pêşiya hemû partiyên siyasî vekir ku kar û xebatên xwe azad di nava civakê de bidin meşandin.

Silêman Hisên destnîşan kir ku pêşxistina hişmendiya civakê bi rêya partiyên siyasî pêk tê û got ku vekirina buroyên partiyên siyasî yên cuda û ji hemû pêkhateyan nîşana pêşketina jiyana siyasî û azadiyê ye.

Jin û siyaset

Der barê rewşa jinan de jî, di serdemên borî de rola wan di jiyana siyasî de tune bû. Di sala 1967'an de jinên Sûriyeyê rêxistineke xwe bi navê Yekitiya Giştî ya Jinên Sûriyeyê (GUSW) ava kir. Ev jî ji komeleyên jinan ên civakî, komeleyên perwerdeyê û meclîsên dilxwaz pêk dihat. Armanca wê ew bû ku derfetan ji jinan re di Sûriyeyê de peyda bike. Kar û xebatên yekitiyê tenê di çarçoveya birêxistinkirina jinan ên girêdayî saziyên hikumetê de sînordar bû (ango tenê yên xwedî bawername) û bi sponseriya desthlatdariya Sûriyeyê.

Ji ber ku tevgera rizgariya Kurdistanê bandor li jinên Rojava kiribû, di avakirina rêxistin û saziyên xwe li Rojava piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê pêşeng bûn. Hemû pêkhateyên herêmê bandor li jinan kir û jinan asta xebatên siyasî di nava rêxistin û tevgerên jinan ên wekî Kongreya Star û Rêxistina Sara de zêde kirin.

Endama rêveber a Buroya Jinan a Partiya Nûjen û Demokrasiyê ji bo Sûriyeyê Elya Mûsa girêdayî mijarê wiha got: "Êdî jin fektoreke sereke di çêkirina biryarên siyasî de ne û xebatên xwe azad di civakê de û li ser hemû ast û aliyan didin meşandin."

Elya Mûsa destnîşan kir ku jinên siyasetmedar li herêmê civîn û çalakiyên xwe li dar dixin û hişmendiya jinan bi pêş dixin da ku bi rola xwe ya sereke di nava civakê de rabin.

ANHA