Ji tevgera çandê pêşkêşiya hunerê ji bo gelê Efrînê

Tevgera Çand û Hunerê bi rêya pêşkêşkirina berhemên xwe yên hunerî di Hefteya Çandî de, hemû binpêkirinên dagirkera Tirk der heqê welatiyên Efrînê de û berxwedana gelê Efrînê li dijî dagirkeriyê rave kirin.

Ji tevgera çandê pêşkêşiya hunerê ji bo gelê Efrînê
Ji tevgera çandê pêşkêşiya hunerê ji bo gelê Efrînê
Ji tevgera çandê pêşkêşiya hunerê ji bo gelê Efrînê
Ji tevgera çandê pêşkêşiya hunerê ji bo gelê Efrînê
Ji tevgera çandê pêşkêşiya hunerê ji bo gelê Efrînê
Ji tevgera çandê pêşkêşiya hunerê ji bo gelê Efrînê
Ji tevgera çandê pêşkêşiya hunerê ji bo gelê Efrînê
Ji tevgera çandê pêşkêşiya hunerê ji bo gelê Efrînê
Ji tevgera çandê pêşkêşiya hunerê ji bo gelê Efrînê
Ji tevgera çandê pêşkêşiya hunerê ji bo gelê Efrînê
Ji tevgera çandê pêşkêşiya hunerê ji bo gelê Efrînê
7 cotmeh, 2018   06:48

ARIF SILÊMAN - XANDÎ ELO / ŞEHBA

Piştî bidawîbûna xebatên Konferansa Rizgarkirina Efrînê ya ku di 18`ê Hezîranê de hatibû lidarxistin, Tevgera Çand û Hunerê xebat û çalakiyên xwe xurttir kirin. Di 26`ê Îlonê de li deverên Şehbayê di dirêjahiya 8 rojan de berhemên xwe yên hunerî û şanoyî pêşkêş kirin. Bi rêya berhemên xwe berxwedana şêniyên Efrînê, israra rizgarkirina Efrînê, êrîş û binpêkirinên dagirkerên Tirk û çeteyên girêdayî wê li ser welatiyên Efrînê de û çawaniya rê li ber qirkirina çandî ya ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê pêk tîne, vegotin.

Berhemên hunerî, girêdayî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Erfrînê û berxwedana gelê Efrînê ne.

Yek ji komên ku hunerên xwe di hefteya çandî de pêşkêş kirin jî Koma Rojava ye. Koma Rojava ji 9 endaman pêk tê. Komê tabloyeke hunerî têkildarî rewşa Efrînê beriya êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêşkêş kir. Strana yekemîn girêdayî projeya neteweya demokratîk bû û pêşketina têgeha wê di nav civakê de ku li Efrînê pêk hatibû, nîşan dida. A duyemîn pesna bedewiya kantona Efrînê, xweşikiya xwezaya wê û dîroka Kurd li herêmê dida.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Tevgera Çand û Hunerê û beşdarê tabloya hunerî Henan Seydo wiha got: "Bi rêya tabloya xwe me xwest nameyekê ji raya giştî re bişînin."

Komên stranan ku hejmara wan 5 bûn (Agirî, Şehîd Berçem, Çiyayê Mîra, Engîzek û hunermendên Efrînê) bi tevlêbûna 36 endaman di Hefteya Çandî de stranên gelêrî û şoreşgerî pêşkêş kirin. Her wiha gelek stranên kevn ku vedigerin hezaran salan û dîroka gelê Kurd û komkujiyên ku rastê hatine vedibêjin, hatin pêşkêşkirin.

Xelekên govendê yên gelêrî ku dîroka wan vedigere hezar salan

Ji ber siyasetên pişaftinê û înkarkirinê ku pergalên desthilatdar li ser gelê Kurd meşandine, gelek dîlanên Efrînê hatine jibîrkirin. Ji ber wê 3 komên govendê yên girêdayî Tevgera Çand û Hunerê tev li çalakiyên Hefteya Çandî bûn. Hejmara endamên her sê koman 35 bûn. Gelek dîlanên kevn ku dîroka wan vedigere hezaran salan, pêşkêş kirin. Endamên her sê koman di dirêjahiya 3 salan de li ser van dîlanan xwe perwerde kirin.

Têkildarî vê mijarê endamê rêveber ê beşa dîlanê ya girêdayî Tevgera Çand û Hunerê Demhat Xilo wiha axivî: "Di dirêjahiya bi hezaran salan de dijmin xaka me dagir kir, çand û dîlanên me dizîne û îdia kirin ku ev dîlan ên wan in. Lê piştî gelek lêkolînan di vî warî de, diyar bû ku em xwediyên rasteqîn ên van dîlanan in."

Koma Afirînerên Hêviyê rêgezeke nû di şanoyên xwe de pêşkêş kir

Her wiha Koma Afirînerên Hêviyê bi şanoyên xwe beşdarî çalakiyên Hefteya Çandî bû. Kom ji 5 endaman pêk tê. Komê 3 şanoyên sembolîk lê bi rêgezeke nû pêşkêş kirin. Şanoya yekem girêdayî dîroka gelê Kurd bû. Her du şanoyên din girêdayî sozdariyê û dilsoziyê bûn.

Têkildarî mijarê di hevpeyvîneke li gel ajansa me de endama rêveber a Beşa Şanoyê ya girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn Zêneb Mihemed wiha got: "Bi rêya her sê şanoyan me xwest nameyekê ji civakê re bişînin ku dijminên gelê Kurd pir in û divê em baldar bin." Li ser mijara pêşkêşkirina şanoyan bi awayekî bêdeng, Zêneb destnîşan kir ku armanca wan ew e ku hizirên şanoyê bi awayekî sembolîk bigihînin civakê.

(şx)

ANHA