Avakirina 73 komînên taybet ji bo jinên Ereb

Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê ya Herêma Cizîrê di meha Îlonê de 73 komîn bi armanca aktîfkirina rola jinan li gundewarên navçeyê, vekirin.

Avakirina 73 komînên taybet ji bo jinên Ereb
Avakirina 73 komînên taybet ji bo jinên Ereb
Avakirina 73 komînên taybet ji bo jinên Ereb
Avakirina 73 komînên taybet ji bo jinên Ereb
7 cotmeh, 2018   06:33

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê ya girêdayî herêma Cizîrê piştî gelek dozên ku kongreyê pêşwazî kirine, dozên zewaca di temenê biçûk de û nelihevkirina hevjînan dît ku zanakirina jinan ji bo ku di civakê de çalak bin û xwedî biryar bin da ku bikarin bigihîjin jiyana hevpar, hebûna komînan pêwîstiyek e.

Ji ber wê, Kongreya Star li gundewarên navçeya Til Hemîsê xebatên xwe bi destpêka meha Îlonê re zêde kir û dest bi avakirina komînên taybet ji bo jinan kir. Heta niha 73 komînên taybet bo jinan li 4 bajarokan (Ebû Cirin, Til Ehmed, Ukaz û Ceza) bi armanca birêxistinkirin û zanakirina jinan ava kirin.

Têkildarî mijarê endama rêveber a Kongreya Star Ferdos Setam wiha got: "Di meha Îlonê de me dest bi aktîfkirina komînên jinan kir. Bi vê mebestê semînerên li ser zewaca di temenê biçûk de, tundiya li dijî jinan, pirjiniyê li gundan hatin dayîn."

Ferdos destnîşan kir ku 73 komînên ku nû ava kirin, aktîf kirine û komîteyên girêdayî komînan wekî komîteyên parastin, tenduristî, aborî û perwerdeyê hatin avakirin. Ev hizra avakirina komînên taybet ji bo jinan, jinên gundan jî pejirand û diryar kir ku bi rêya komînan dê rola xwe di civakê de bilîzin û da ku pirsgirêkên xwe bi rêya komînan bigihînin Kongreya Star.

Her wiha Ferdos diyar kir ku di destpêkê de li hindek gundan rastî gelek astengiyan hatine û wiha got: "Ji ber ku hin gund hîna jî bi kevneşopiyên civakê ve girêdayî ne, me gelek astengî kişandin. Lê bi rêya nîqaş û şîrovekirina têgeha rêziknameya jinan, me rola jinan aktîf kir." 

(şx)

ANHA