Rêya sûka Serêkaniyê astengiyan derdixe

Gelê Serêkaniyê ji ber xirabûna rêya sûkê bêzar e. Gelê Serêkaniyê diyar kir ku rêya sûkê teng û xirabe ye, ev rê çûn û hatinê asteng dikin. Şaredariyê jî diyar kir ku wan proje rakiriye desteyê lê hîn bersiv nedane.

Rêya sûka Serêkaniyê astengiyan derdixe
Rêya sûka Serêkaniyê astengiyan derdixe
Rêya sûka Serêkaniyê astengiyan derdixe
Rêya sûka Serêkaniyê astengiyan derdixe
Rêya sûka Serêkaniyê astengiyan derdixe
Rêya sûka Serêkaniyê astengiyan derdixe
Rêya sûka Serêkaniyê astengiyan derdixe
Rêya sûka Serêkaniyê astengiyan derdixe
7 cotmeh, 2018   05:39

BÊRÎTAN MEDUSA – SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Serêkaniyê yek ji bajarên kantona Hesekê ya herêma Cizîrê ye. Serêkaniyê cihekî ava wê pir bû û hewza ava binerd lê mezin bû. Piştî polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker ku ava binerd a Serêkaniyê birî, hewza binerd a Serêkaniyê miçiqî. (Ji ber ku bakurê Kurdistanê li jorî rojavayê Kurdistanê ye, ava binerd a Rojava ji Bakur tê. Dewleta dagirker bi kolana 4 hezar bîrên behrî li ser sînor, qutkirina serkaniyan û çêkirina kanal û bendan av qut kir).

 Piştî av di binê Serêkaniyê de miçiqî, erdê Serêkaniyê hat xwar. Yekem bandor li rêyên bajêr kir. Bi ketina erdê re sîstema kanalîzasyonê xirab dibe, ev jî dibe sedema xirabûna rêyên bajêr. Ji bo rê werin çêkirin divê destpêkê kanalîzasyon werin çêkirin. Li gorî agahiyên me ji Şaredariya Serêkaniyê wergirtin, ji bo xetên kanalîzasyonê neçin xwar, divê boriyên plastîk werin danîn. Ji bo vê jî mesrefeke zêde pêwîst e.

Dirêjiya rêyên Serêkaniyê bi giştî 60 km ye. Ji van 3 km di sûkê de ye. Rêya ku herî zêde xirab bûye, rêya sûkê ye. Gelê Serêkaniyê ji ber xirabûna rêyê bêzar bûye.

‘Erebeyên me ji ber rêyan xirab dibin’

Welatiyê bi navê  Mihemed Hecî diyar kir ku rêyên sûkê pir xirab bûne û wiha got: “Ev rêyên xirabûyî dibin sedem ku çûn û hatin di sûkê de neyê kirin. Em dixwazin şaredarî li ser van pirsgirêkan raweste.”

 Ajokarê bi navê Mihemed Hisên jî destnîşan kir ku ji ber rêyên xirab erebeyên wan jî xirab dibin û wiha axivî: “Dibe ku ji nû ve çêkirina rêyan buha be. Lê hema bila bi awayekî lezgîn van çalên di rêyan de çêkin.”

 Welatiyê bi navê Mehmûd Ebdo jî got wan gelek caran xwestekên xwe ji şaredariyê re gotin, lê heta niha bersiv nedane wan. Mehmûd da zanîn ku rêyên sûkê teng in, ji ber xirabûnê jî pir zehmetî tên kişandin, du wesayît nikarin di ber hev re derbas bibin. Mehmûd diyar kir ku dê di werza zivistanê de ji ber ava baranê zehmetî zêdetir bibin.

‘Me ji bo 18 rêyan proje daye’

Piştî ku me giliyên gel guhdar kirin me ji bo mijarê serî li Şaredariya Serêkaniyê da. Şaredariyê diyar kir ku wan di 30’ê Nîsanê de ji bo çêkirina 18 rêyên bajêr proje şandiye Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê. Rêya sûkê di rêza yekemîn de ye. Heta niha bersiv nedane şaredariyê. Şaredariyê got ku ew dikarin dîsa rêyan pîne bikin, lê wan gelek caran çêkiriye dîsa xirab dibin, ew dixwazin rêyê bi giştî çêkin.

ANHA