El-Mehbaş: Avakirina desteyan ji bo destpêkirina xebatên Rêveberiya Xweser e

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebd Hamid El-Mehbaş got  avakirina desteyên Meclisa Rêveber ji bo destpêkirina xebatên Rêveberiya Xweser a ku xizmeta civakê armanc dike.

El-Mehbaş: Avakirina desteyan ji bo destpêkirina xebatên Rêveberiya Xweser e
7 cotmeh, 2018   05:58

DIYAR EHMO-AZAD SEFO / GIRÊ SPÎ

Di hevpeyvînek bi ajansa me re Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebd Hamid El-Mehbaş li ser xebatên meclisa rêveber û desteyên wê axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Ebd Hamid El-Mehbaş diyar kir ku qonaxa girîng a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, avakirina desteyên girêdayî Meclisa Rêveber û hilbijartina hevserokên wan da ku dest bi xizmete civakê bikin.

El-Mehbaş wiha domand:"Bi armanca şêwiriyê û danîna projeyek xebatê ji bo qonaxa nû re û li gorî rêziknameyê, di rojên pêşiya me de em ê civîna yekemîn bi hemû desteyan re lidar bixin.”

El-Mehbaş destnîşan kir ku Meclisa Rêveber; meclisek îdarî û xizmetguzarî ye û xizmeta civakê de û wiha pê de çû:"Di rastiyê de Meclisa Rêveber weke desteya rêveber a herî  bilind a rêveberiyê tê destgirtin, ji ber wê em girîngî didin her du warên rêveberî û xizmetguzarî."

Di dawiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebd Hamid El-Mehbaş diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê hertim bi Meclisa Sûriyeya Demokratîk re di nava têkiliyan de be, da ku hevkariyek di navbera xebatên meclisê û Rêveberiya Xweser de hebe.

(şx)

ANHA