Li bajarê berxwedanê du dildarên 80 salî

Dayika Emîne û hevjînê xwe Mistefa tevî temenên xwe yên 80 salî, çîrokên xwe di mala xwe de bi tenê ji hev re dibêjin. Di jiyana rojane de, hem tengasî hem jî kêliyên xweş bi hev re derbas dikin.

Li bajarê berxwedanê du dildarên 80 salî
Li bajarê berxwedanê du dildarên 80 salî
Li bajarê berxwedanê du dildarên 80 salî
Li bajarê berxwedanê du dildarên 80 salî
7 cotmeh, 2018   05:35

HÊVÎDAR HERANÎ / KOBANÊ

Li bajarê Kobanê dayik û bavekî bi temenê 80 salî di malekê de bi tenê dijîn û çîroka jiyana xwe ji ajansa me ANHA yê re parve kirin.

Emîna Umer û hevjînê xwe Mistefa Şêx Elî, berî 65 salan li gundê Mumanê yê Kobanê dizewicin. Derdora 3 salan li gund dijîn û paşê koçî bajarê Kobanê dibin. 3 keç û 5 lawên wan hene. Mistefa dibêje jiyana li gundan gelekî dijwar e.  Jiyana wî ya li gund jî bi zehmetî û tengasî derbas bûye. Lê dayika Emîne diyar dike ku li gund tevî wan tengasiyan jî jiyaneke xwezayî hebûye. Li gund her tim karê çolê kiriye û pez dotiye û her wiha karê malê jÎ hemû li ser milê wê bûye. Tevî vê yekê Emîne dibêje ku niha jiyan gelekî hêsan bûye û her tişt bi pêş ketiye.

Emîna heta niha jî mala xwe bi destên xwe paqij dike, tevî ku kes jî alîkariya wan nake. Ew bi xwe karê xwe dikin û pêdiviyên xwe jî ji sûkê tînin. Zarokên wan ji aliyê pêdiviyên wan ve dibin alîkar.

Piştî ku Emîna û Mistefa li Kobanê  bi cih bûne, Mistefa bû kesayetekî welatparêz ku di dema rêjîma Baasê de li Kobanê bûye. Di mala xwe de bi Tevgera Azadiya Rizgariya Kurdistanê  re kar kiriye. Di dema berxwedana Kobanê de jî piştî 5 mehan vegeriyaye mala xwe. Emîne li ser koçberiya xwe wiha dibêje: “Dema ku em çûn, em pir poşman bûn lê em vegeriyan ser xaka xwe û me got axa bi xwîna zarokên me were avdan, em ê çawa lê xwedî dernekevin.”

Mistefa û Emîne piştî ku zarokên xwe dizewicînin bi tenê di mala xwe de jiyana xwe didomînin. Jiyana xwe ya rojane bê zordarî derbas dikin. Lê Emîne û Mistefa dibêjin em tevî tengasiya jiyana xwe, bi hev re bi rengekî xweş dema xwe derbas dikin.

ANHA