Çeteyên DAIŞ‘ê di baregeha xwe ya dawîn de asê mane

Şervanên QSD‘ê di çarçoveya qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tunekirina Terorê de çeteyên DAIŞ‘ê li baregeha dawîn a li rex rojhilatê çemê Firatê asê kirin û nêzî herêma Sûsê û Şeifê bûne.

Çeteyên DAIŞ‘ê di baregeha xwe ya dawîn de asê mane
Çeteyên DAIŞ‘ê di baregeha xwe ya dawîn de asê mane
Çeteyên DAIŞ‘ê di baregeha xwe ya dawîn de asê mane
Çeteyên DAIŞ‘ê di baregeha xwe ya dawîn de asê mane
Çeteyên DAIŞ‘ê di baregeha xwe ya dawîn de asê mane
Çeteyên DAIŞ‘ê di baregeha xwe ya dawîn de asê mane
Çeteyên DAIŞ‘ê di baregeha xwe ya dawîn de asê mane
6 cotmeh, 2018   06:37

EHMED SEMÎR –ÛDEY EL-EHMED / DÊRAZOR

Qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê bi pêşveçûnên şervanên QSD‘ê didome.

Şervanên QSD‘ê duh (Înê) piştî şerên giran li hemberî çeteyan nêzî bajarokê Sûsê û Şeifê bûn û çeteyên DAIŞ’ê li baregeha wan a dawîn xistine çemberê.

Pêngav ji sê baskan ve bi pêş de diçe. Yê yekem ji xeta ava çemê Firatê ber bi herêma Sûsê ve, yê duyem jî ber bi bajarokê Şeifê û yê sêyemîn jî di nava baxçeyan de ber bi Sûsê ve ye.

‘Hejmara çeteyên biyanî zêdetir e’

Şerê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ‘ê de li derdora gundên navborî didome. Çeteyên ku li hemberî pêşveçûnên şervanan bê çare dimînin, petrolê dişewitînin da ku dûmanekê rakin û derbeyên balafirên koalîsyonê li wan bandorê nekin.

Di navbera şervanên QSD‘ê û bajaroka Hecînê de 22 km maye. Li gorî agahiyên me ji şervanan wergirtine, hejmara çeteyên biyanî li baregeha dawîn ji hejmara çeteyên herêmî zêdetir e û xwe ji bo vî şerî baş perwerde kirine.

‘Hindik maye mayinan bi sewalan ve jî girê bidin’

Şervanê QSD‘ê yê bi navê Seyf Mergeda ku li derdora bajarokê Sûsê şer dike, wiha dibêje: "Çeteyên DAIŞ‘ê gelek tunel kolandine, beriya birevin xaniyan mayin dikin, bi van kiryarên xwe ziyanan digihînin sivîlan. Kiryarên wan gihaştin asta ku dar û sewalan mayin bikin."

Seyf Mergeda tekez kir ku şervanan bajarokê Hecîn ji aliyê Behrayê ve dorpêç kiriye, ji ber vê yekê çeteyên DAIŞ‘ê êrîşên xwekujî pêk tînin.

Şervanên QSD‘ê Seyf Mergeda wiha got: "Morala me pir bilind e. Roj bi roj em bi pêş de diçin. Me gelek hewldanên êrişê yên çeteyan şikandin.” Seyf Mergeda di dawiya axaftina xwe de got ku Yekîneyên Endezyariya Rakirina Mayinan herêmê ji mayinan paqij dikin û ewlehiya sivîlan digirin.

(bb)

ANHA