Jineke DAIŞ’î: Tirkiyeyê em derbasî Sûriyeyê kirin

DAIŞ’iya bi eslê xwe ji Rûsyayê Imni Imrakanova tekez kir ku zêrevanên sînor ên Tirkiyeyê rê li pêşiya wan û hemû komên çete yên dîtir vekir da ku derbasî Sûriyeyê bûn.

Jineke DAIŞ’î: Tirkiyeyê em derbasî Sûriyeyê kirin
6 cotmeh, 2018   05:50

EHMED SEMÎR –ÛDEY EL-EHMED / DÊRAZOR

Jina DAIŞ‘î ya ji Rûsî Imni Imrakanova ku 4 salan di nava DAIŞ‘ê de mabû, bi gelek navan "Um Emîna, Um Îbrahîm û Um Cafer" dihat naskirin û bi gelek çeteyan re zewiciye.

Imni Imrakanova 25 salî ye û bi eslê xwe ji Daxistanê ye. Wek hemşîre di nexweşxaneyên Rûsyayê de xebitiye. Paşê bi hevserê xwe re hatine Sûriyê. Li vir bi navê "Cîhada li xaka Şamê" tev li çeteyên DAIŞ‘ê bibin.

Bi pêşveçûnên şervanên QSD‘ê re di Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de, Imni Imrakanova û hevserê wê yê sêyemîn "Ebû Emîna" xwe radestî QSD’ê dikin. Imni Imrakanova niha li kampa Hecîn a rojhilatê Dêrazorê dimîne.

Ji Rûsyayê ber bi Tirkiyeyê ve

Imni Imrakanova serpêhatiya xwe ji ajansa me re wiha parve dike: "Sala 2014‘an bû, ez û hevserê xwe hatin Sûriyeyê. Hevalên hevserê min ên li Sûriyeyê ji me re behsa ola îslamê dikir û digotin ku ew ê xîlafeta îslamê li Iraq û Şamê ragihînin. Bi balafirê em ji Rûsyayê derketin û me berê xwe da Tirkiyeyê. 4 rojan em li Dîlokê man. Cihê jinan û yê zilaman ji hev cuda bû."

Di 20 deqeyan de em ji Tirkiyeyê hatin Sûriyeyê

Imni dibêje ku ew di 20 deqeyan de ji Tirkiyeyê gihaştin Sûriyeyê û wiha didomîne: "Di nav de 6 jin û hejmareke zilam bûn, me berê xwe da Sûriyeyê da ku em beşdarî “xîlafeta îslamê” ya ku DAIŞ’ê li Sûriyeyê îlan kiribû, bibin. Zêrevanên sînor ên Tirkiyeyê tu astengî ji me re dernexistin, berevajî wê derbasbûna me hêsan kirin û em di Cerablusê re derbas kirin. Piştî me Cerablus derbas kir, em çûn Girê Spî û me berê xwe da paytexa xîlafetê Reqayê. Ez 2 salan li wir mam."

Bi ragihandina Pêngava Rizgarkirina Reqayê ji aliyê QSD‘ê ve Imni Imrakanova berê xwe dide bajarê Qaîm ê Iraqê. Li wir jî piştî ku DAIŞ ji aliyê artêşa Iraqê û Koalîsyona Navdewletî ve tê asêkirin, Imni Imrakanova careke din vedigere Sûriyeyê û bajarê El-Bûkemal yê Dêrazorê dimîne. Herî dawî  jî xwe dispêre bajarokê Hecîn.

4 caran dizewice

Imni Imrakanova di rêwîtiya xwe ya li Sûriyeyê de bi 4 çeteyan re dizewice. Ji wan çeteyan ê bi navê Ebû Cafer ku ji Daxistanê ye, pê re derbasî Sûriyeyê bûye. Piştî 20 rojan ji hatina xwe ya Sûriyeyê hevserê wê Ebû Cafer di êrîşeke balafirên koalîsyonê de li navçeya Şedadê tê kuştin. Piştî kuştina çete Ebû Cafer bi çete Ebû Îbrahîm ê ji Daxistanê re dizewice. Piştî kuştina çete Ebû Îbrahîm li Iraqê bi çete Ebû Emîna re dizewice û xwe radestî QSD‘ê dikin.

‘Jiyana DAIŞ’ê dûrî îslama rast bû’

Imni Imrakanova  di nava axaftina xwe de got ku wê xeyal dikir ku xîlafeta îslamê ya DAIŞ‘ê devereke aştî û aramî ava bike. Imni wiha got: "Rastî ne wisa bû, ji bilî kuştin, serjêkirin, zilm, bêmafî û bêexlaqiyê me tiştekî din li xîlafetê nedît. Gelek bend û fitwa li sivîlan ferz dikirin, lê bi xwe jî dilê wan çi bixwesta ew dikirin. Jiyana wan dûrî îslama rast bû.”

‘Piraniya çeteyên biyanî li Hecînê ne’

Imni Imrakanova dibêje hejmara çeteyên biyanî ji hejmara çeteyên herêmî yên Sûriye û Iraqê zêdetir in û di şerê 4 salên dawîn de gelek ji wan hatin kuştin. Her wiha diyar dike ku gelek çeteyên biyanî tevî malbatên xwe li bajarokê Hecîn in.

‘Me xwest em ji kabûsa DAIŞ’ê xilas bibin’

Imni Imrakanova sedema ku xwe radestî QSD‘ê dike wiha dibeje: “Ez û Ebû Emîna bi motorsîklêtekê ji Hecîn derketin. Ebû Emîna rêya ku xwe bigihînin QSD‘ê nas dikir. Li bendeke QSD‘ê me xwe radest kir. Ji ber ku me dixwest ji kabûsa DAIŞ’ê derkevin û bigihîjin cihekê ewle."

Imni Imrakanova balê dikişîne li ser nêzîkatiyên şervanên QSD’ê li hemberî wan û wiha dibêje: "Danûstandinên şervanan berevajî ku DAIŞ‘ê îdia dikir bi me re baş bû. Dema ku me xwe radestî wan kir, heqaretek li me nekirin û nêzî me nebûn. Piştî lêpirsîneke bilez, ez û hevserê min birin cihê lêpirsînê û ez radestî hêzên ewlekariyê kirim ku ez anîm kampa Hecînê. Şervan li vir xwarin, vexwarin û hemû pêwîstiyên me bi cih tînin."

Imni Imrakanova di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku DAIŞ li Hecînê di rewşeke tevlihev û tirsekê de ne.

(bb)

ANHA