Parêzerên Ji Dirbêsiyê: Tecrîdkirina Ocalan binpêkirina mafên mirovan e

Parêzerên navçeya Dirbêsiyê, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqnasên cîhanê hişyar kirin ku kirinên der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li zindana Îmraliyê dê encamên kambax bi xwe re bînin û da zanîn ku aşkera binpêkirineke mafên mirovan e.

Parêzerên Ji Dirbêsiyê: Tecrîdkirina Ocalan binpêkirina mafên mirovan e
6 cotmeh, 2018   06:52

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Helwestên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku desthilatdariya Tiriyeyê qedexe dike ku parêzerên Ocalan pê re bicivin û serdana malbata wî jî qedexe kiriye, berdewam dikin.

Girêdayî mijarê endamê Yekitiya Parêzerên Herêma Cizîrê parêzer Zekî Hamid diyar kir ku revandin û girtina Ocalan girtina azadiyê ye û tecrîdkirina wî bi vî awayî aşkera binpêkirina mafên mirovan e û wiha got: "Tevî ku mafên mirovan di hemû destûr û qanûnên navneteweyî de pîroz tên dîtin, lê ev bêdengiya navneteweyî li hemberî van kirinên Tirkiyeyê tiştekî metirsîdar e."

Hamid da zanîn ku Ocalan hewl dide projeya neteweya demokratîk pêk bîne da ku ferq û cudahiya di navbera pêkhateyan de tune bike û ji ber vê yekê dewleta Tirk tecrîdkirina Ocalan hişk dike.

Têkildarî qedexekirina dewleta Tirk a hevdîtinên Ocalan bi parêzer û malbatê re, Hamid di axaftina xwe de wiha anî ziman: "Qedexekirina hevdîtinên Rêber Ocalan bi parêzer û malbata xwe re destdirêjiya li dijî mafên mirovan e. Ev yek nîşan dide ku Tirkiye qanûnên navneteweyî nas nake û divê hemû rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî yên cîhanê tev bigerin da ku van destdirêjiyên Tirkiyeyê bi dawî bikin an jî encamên van destdirêjiyên wê li ser mafên mirovan li giştî cîhanê dê metirsîdar bin."

Parêzer Hesen Misto girêdayî heman mijarê axivî û hemû rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan û hiqûqnasên cîhanê li hemberî van destdirêjiyên dewleta Tirkiyeyê wek berpirsyar bi nav kirin û wiha got: "Tirkiye bi tecrîdkirina Rêber Ocalan hewl dide tola xwe ji serkeftinên gelê Kurd hilîne. Dewleta Tirk aşkera tu çand û zimanên ji bilî yên xwe qebûl nake. Ev kirinên dewleta Tirk ku li ser bingeha desthilatdarî û dîktatorî hatine avakirin, ne tiştekî dûr e."

Misto got ku azadiya Ocalan nêzîk bûye û ev jî bi saya berdewama berxwedana gelê Kurd e ku ji bo azadiya rêberê xwe têkoşîna xwe didomînin wekî ku Ocalan bi xwe jî di zîndana Îmraliyê de bi salan e li ber xwe dide.

Parêzer Heysem Bekir destnîşan kir ku dewleta Tirk sûcên herî qirêjî der heqê gelê Kurd de dike û tunekirina Kurdan û hemû gelan banga azadî û demokrasiyê dike, armanc dike.

Bekir diyar kir ku gelê Kurd di têkoşîna azadiyê de gihaştiye asteke bilind û xwe bi rêxistin kiriye û bi roleke sereke di gelek aliyan de radibe û gelek destkeftî bi dest xwe ve anîne û ev yek jî bi saya fikr û felsefeya Ocalan e.

Parêzeran diyar kir ku ew tu carî dest ji doza xwe ya azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernadin ku wî gelên herêmê ji zilm û koletiyê rizgar kirine û dê xebatên xwe ji bo azadiya Ocalan bidomînin. Parêzeran bang li rêxistinên hiqûqî kir ku ji bo azadkirina Ocalan tev bigerin.

ANHA