Sîxurên artêşa Tirk berhemên efrîniyan didizin

Ajanê dewleta Tirk a dagirker û qaşo serokê meclisa Racoyê Fadil Horo, bi tehdîdên îşkenceyê ciwanan li gel xwe dide xebitandin û dest datîne ser zevî û berhemên gel.

Sîxurên artêşa Tirk berhemên efrîniyan didizin
5 cotmeh, 2018   09:44

ŞERVÎN MISTEFA / EFRÎN

Ajanê dewleta Tirk a dagirker Fadil Horo, li Efrînê ciwanan bi tehdîda revandin û îşkenceyê bê berdêl li gel xwe dixebitîne.

Horo, li Efrînê mal û zeviyên zeytûnên gel xesp dike. Horo ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye erkdarkirin, 100 hezar LS (lîreyên Sûriyeyê) li efrîniyên ku dixwazin bizivirin malên xwe distîne. Li gel ku xwediyên malan baş tên naskirin jî, anîna belgeya mulkiyetê ji xwediyên malan re dike şert.

Horo di 1’ê Cotmehê de bi endamên “meclisa” ku dagirkeran ava kiriye re civînek li dar xist. Di civînê de biryar dan ku berhemên efrîniyên ku ji Efrînê derketine, nabe ku ji aliyê xizmên wan ve bên standin. Horo bi vê biryarê dest danî ser malên gel. Di heman demê de berhemên gelê ku di Efrînê de maye jî dê nîvenîv li hêzên dagirker belav bike.

Fadil Horo ku li gundê Bilêlko yê Raco ji dayik bûye, nasnameya wî ya Tirkan heye û dîplomaya wî ya endezyariyê ji Tirkiyeyê heye. Horo di berê de jî di avakirina çêkirina leşkeri ya rejîma Sûriyeyê de xebitiye. Di heman demê de navê Horo di gelek bûyerên gendeliyê de derbas bûye.

ANHA