Çîn tewanbariyên ku destwerdana hilbijartinên Amerîka kiriye şermezar kirin

Çîn helwestên ku wê bi destwerdana hilbijartinên Amerîka tewanbar dikin, şermezar kirin û piştrast kir ku ev hewldaneke reşkirina Çînê ye.

Çîn tewanbariyên ku destwerdana hilbijartinên Amerîka kiriye şermezar kirin
5 cotmeh, 2018   09:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Çînê îro tewanbariyên cîgirê serokê Amerîka Mike Pence ku îdîa dike ku destwerdana hilbijartinên Amerîka kiriye şermezar kir û got ku ev hewldaneke reşkirina çînê ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Howa Şon Yîng bi baxuyaniyekê bang li Amerîka kir ku şaştiyên xwe sererast bike û dest ji tewanbarkirina Çînê û reşkfirina wê berde da ku ziyan bi têkliyên di navbera Çîn û Amerîka de nebe û wiha got: "Evan îdîa tenê gotegot in û rastî û şaştiyan tevlîhev dikin. Çîn vê yekê hişk red dike."

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence duh li pêşiya Navenda Lêkolînên Muhafezekar a Waşintonê axivî û hişk Çîn tewan bar kir ku êrîşên aborî pêk tîne û teknolojiya wê didize û li Derya Çîn a başûr êrîşên xwe yên leşkerî didomîne û mafên mirovan binpê dike. Her wiha tewanbar kir ku destwerdanên siaysî dike û hewl dide serok Donald Turmp ji Koçka Spî derbixîne.