Di parvekirina diziya zeytûnan de çete şerê hev dikin

Di navbera komên çete yên Ehrar El-Şerqiye û Kombûna Edil ku ji Ehrar El-Şerqiye veqetiyaye de, şer pevçûn derketin. Hate zanîn ku pevçûn ji ber nakokiyên di parvekirina berhemên zeytûnan ên welatiyên Efrînê bûye.

Di parvekirina diziya zeytûnan de çete şerê hev dikin
5 cotmeh, 2018   10:00

EFRÎN

Di parvekirina diziya hilberîna zeytûnên welatiyên Efrînê de rojane nakokî di navbera komên çete û bermahiyên çeteyên El-Qaîde û DAIŞ'ê de li Efrînê derdikevin.

Li gorî çavkaniyên pêbawer li herêma Efrînê ji ber nakokiyên di parvekirina hilberîna zeytûnan a welatiyên Efrînê de, di navbera koma çeteyên Ehrar El-Şerqiye û koma çeteyan a Kombûna Edil de li gundê Qujîma yê devera Cindirêsê ji duh ve pevçûn rû didin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku welatiyên Cindirêsê nikarin biçin nava zeviyên xwe û hilberîna xwe ya zeytûnan wergirin, nemaze ji ber ku destdirêjiyên komên çete di van demên dawîn de zêde dibin û hilberîna wan jê distînin.

Walîtiya Hatayê yê Tirkiyeyê di belavokekê de ji hemû komên çete xwest ku zeviyên zeytûnan ku desteser kirine, radestî koma bi navê Meclîsa Hundirîn a girêdayî dagirkeriyê bikin. Li hemberî vê yekê piraniya tabûran nexwest zeviyên zeytûnan radest bikin û di encamê de nakokî di navbera komên çete de derdikevin. Meclisa Hundirîn a Cindirêsê ya girêdayî dagirkeriyê jî bac li ser welatiyan ferz kirin da ku karibin hilberîna xwe ya zeytûnan wergirin.

Girêdayî mijarê cîgirê Serokatiya Desteya Çandiniyê ya Kantona Efrînê Selah Îbo ragihand ku Tirkiye hewl dide 100 milyon dolar ji hilberîna zeytûnên welatiyên Efrînê bidize.

ANHA