‘Ji bo azadiya Ocalan em tu carî gavan bi paş de naavêjin‘

Siyasetmedarê Kurd Behaa Hec Izet diyar kir ku Tirkiye tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike û bi vê yekê hewl dide îradeya gelê Kurd bişikîne û projeya neteweya demokratîk têk bibe.

‘Ji bo azadiya Ocalan em tu carî gavan bi paş de naavêjin‘
5 cotmeh, 2018   08:51

ŞEVÎN HESEN – NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Endamê Paritya Çepgir a Kurd a Sûriyeyê Behaa Hec Izet destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker tecrîdê li ser Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan ferz dike û bi vê yekê hewl dide îradeya gelê Kurd bişikîne û rê li pêşiya belavbûna fikr û felsefeya wî  li Rojhilata Navîn bigire.

Dewleta Tirk a dagirker ev zêdetirî du salan e tecrîdê li ser Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne, nahêle malbat û parêzerên wî hevdîtinê pê re pêk bînin. Bi vê yekê hemû zagonên navdewletî û dadgeha navneteweyî yên girêdayî mafên mirovan binpê dike.

Gelek rewşenbîr, siyasetmedar û çavdêrên Bakurê Sûriyeyê dibêjin armanca dewleta Tirk ji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku projeya demokratîk ku li herêmê pêk tê û fikrên xwe ji neteweya demoktarîk li ser banga Ocalan digire, têk bibe.

Her wiha gelek kesan diyar kir ku dewleta dagirker tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber ku jê ditirse fikrên demokratîk di hundirê Tirkiyeyê de belav bibe û bi vê yekê rola hikumeta AKP’ê namîne.

Hec Izet destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê bi tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike tu carî nikare tevgera rizgariya Kurdistanê tune bike û diyar kir ku Tirkiye bi kiryarên xwe nekarî îradeya gelê Kurd bişikîne.

Endamê Partiya Çepgir a Kurd a Sûriyeyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dibêje ku rola Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di civakê de pir xurt e, ji ber vê yekê wê û dewletên ku xizmeta berjewendiyên wê dikin biryar da ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl bigirin ji wan ku dê bi vê yekê partiyê û fikrên demokatîk tune bikin. Lê ew nizanin ku bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku banga biratiya gelan û jiyana hevbeş ku li Rojhilata Navîn belav bûye dike, gelê Kurd baweriya wan bi doza wan zêde bû û ji bo wê gelê Kurd têkoşîna xwe ji bo parastina wê zêde kir.

Hec Izet diyar kir ku heger Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest were berdan dê gelek guhertinên mezin li herêmê çêbin, herêm dê gavên mezin ber bi demokrasiyê ve biavêje, ji wan dewletan dewleta Tirk û gelê wê ne ji ber ku hemû gelê bindest ji bo xwe ji sîstemên desthilatdar rizgar bikin, fikr û felsefeya wî ji xwe re esas digire.

Hec Izet tekez kir ku tu carî armancên dewleta Tirk a dagirker pêk nayên, ji ber ku gelê Kurd xwedî îrade ye, dest bi şoreşê kir û tu carî gavan bi paş de naavêje, ji ber ku gelê Kurd fikr û felsefeya Rêber Ocalan ji xwe re esas digire û armanca wan azadiya Ocalan e.

Endamê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê Behaa Hec Izet di dawiya axaftina xwe de got dewleta ku bi navê mirovahiyê bang li xwe dike û parastina mafên mirovan dikin ku dengê gelê Kurd ê banga mafên rawa dike,  guhdar bike û Ocalan rêberê gelê Kurd e û tu carî ew gavan bi paş de naavêjin.

(bx)

ANHA