ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05.10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05.10.2018
5 cotmeh, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Li bajarê Qamişlo dewreyeke perwerdeyê ya Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi dawî dibe. Saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Fadil Horo ku yek ji sîxurên dewleta Tirk û serokê "Meclisa navçeya Raco" ye ya ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê ve hatiye avakirin e, ciwanên ku vedigerin Efrînê bi heqdestekî kêm bi kar tîne, li beramberî ku neyên revandin û îşkencekirin. Her wiha rê nade ku şêniyên Efrînê bêyî destûra wî biçin nava zeviyên xwe. (BI WÊNE).

-Welatiyên herêma Minbicê diyar kirin ku ew gefxwarinên AKP‘ê yên li ser Minbicê û destwerdanên hêzên derve di karûbarên herêmê de bi tu awayî qebûl nakin û gotin: "Bihêlin ku em bi azadî jiyan bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê Serokê Desteya Çandinî ya kantona Efrînê Selah Îbo diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê li Efrînê hilbirînên zeytûanan talan dike û radestî şirîkên Tirkî dike da ku krîza aborî derbas bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên beriya 4 salan li ser bajarê Kobanê de ku çekên giran hatin bi karanîn, ziyaneke mezin gihiştin binsaziya kantonê, wêneyên ku di wê demê de hatine kişandin asta hovîtiya çeteyan dide diyarkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Partiyên Erebî yên herêma Cizîrê diyar kirin ku bêdengiya civaka navdewletî polîtîkeyên dewleta Tirk ên destwerdana li Sûriyeyê rewa dike, lewra dewleta Tirk beşeke ji Sûriyeyê dagir kiriye û ala xwe lê hildaye û bargehên leşkerî lê avakirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Behaa Hac Îzet anî ziman firkê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî sîstema dewlet e, lewra dewleta Tirk tecrîdeke girankirî li ser wî ferz kiriye û got: "Em ji daxwazên xwe yên azadiya Ocalan paş de venagerin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Tabloya  dara zeytûnê bi merasîmekî dê li qada Şehîd Rûbar a bajarê Qamişlo were daliqandin. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gundê Leylan a bakurê navçeya Tirbespiyê bi girê xwe ya dîrokî navdar e, Akadan gir kirin bin serweriya xwe û piştre kurê Hamo Rabî Şemşî Aded. Gund heta niha şûnwarên ku vedigerin wê serdemê parastine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Çalakiyên konvedanê ku Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi armanca azadiya Ocalan organîze kiriye di roja duyemîn de didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-4 sal di ser çalakî û şehadeta Arîn Mîrkan re derbas bûn ku di berxwedana Kobanê de şehîd bûbû. Di encama vê çalakiyê de hemû êrîşên dagirkeran û çeteyên DAIŞ’ê hatin şikandin. Çalakiya Arîn Mîrkan li girê Meştnûrê bû çavkaniya hêz û moral û berxwedanê û bi serkeftina Miştenûrê moral û motîvasyona şervanan zêde kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Meclisa Jinên Sûriyeyê çalakvana Berava Sûrî Înam Beyûf û Yasmîn Neîniyê ya parêzgeha gundewarên Şamê destnîşan kirin ku armanca wan ew e ku tecrubeya jin a Rojava û Bakurê Sûriyeyê bighînin hemû herêmên Sûriyeyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Bi dirûşmeya "Serî Hilde"Turuveyeke fotbolê li ser asta Bakurê Sûriyeyê li Stada 12‘ê Adarê ya bajarê Qamişlo dest pê dike. Saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Bi nêzîkbûna zivistanî re şêniyên gundên herêma Cizîrê bi rengekî kolektîf xaniyan diseyînin, ku di hefteyekê de rojekê de xaneyê welatiyekî diseyînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi hatina zivistanê re şêniyên Reqayê ji bo kirîna pêdiviyên zivistanê weke sobe û cil û bergan diherikin sûkan. Ji aliyê xwe ve stasyona Sadkob li her malbatekê 400 lître mazotê belav dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di demekê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê girîngiyê dide qada perwerdeyê de, hejmara xwendekaran li dibistanên Reqayê zêde dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA