Xezeba Zeytûnê: Li Ezazê 2 çete hatin kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku di çalakiyeke bi bandor a hêzên wan li gundewarên Ezazê de du çeteyên ser bi dewleta Tirk ve hate kuştin.

Xezeba Zeytûnê: Li Ezazê 2 çete hatin kuştin
4 cotmeh, 2018   20:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku yekîneyên wan di 2‘ê Cotmenê de li ser riya gundên El-Bel û Şêx Rîh ên Ezazê çalakiyeke bi bandor li hemberî çeteyan kirin û du çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Şervanên me ji bo du çeteyên ku beşdarî êrîşên li ser Efrînê bibûn û derheqê gelê me de komkujî pêk anîbûn kemîn danîn, her du çeteyên ku mîsoyên qirêj li herêmê dikirin ketin xefka kemînê û hatin kuştin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Me soz daye gelê xwe ku em ê berxwedana xwe bilind bikin, tola Efrînê hilînin û heta ku gelê Efrînê li cih û warê xwe vegere em ê têbikoşin."