Dewreya dehemîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû

Akademiya Şehîd Mehmûd El-Elî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Minbicê dewreya dehemîn bi navê Dewereya Şehîd Şeban Remo bi dawî kir.

Dewreya dehemîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Dewreya dehemîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Dewreya dehemîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Dewreya dehemîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Dewreya dehemîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Dewreya dehemîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
4 cotmeh, 2018   11:22

MINBIC

Bi beşdariya endamên saziyên sivîl û rêveberiyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, 38 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji Akademiya Şehîd Mehmûd El-Elî, piştî dewreya ku 40 rojan dewam kir û tê de waneyên bîrdozî û leşkerî standin, bi dawî bû.

Beşdarên perwerdeyê bi toraneke leşkerî dest bi merasîma bidawîkirina perwerdeyê kir, paşê li ser navê Komîteya Hundirîn Ebdilkerîm Bekar dewre pîroz kir. Bekar wiha got: "Divê hûn bi qasî berpirsyariya ku ser milê we dikeve, bin û hûn ewlekariya bajêr û welatiyan biparêzin."

Paşê li ser navê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Rîm El-Elî axivî û got  Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn her tim ewlekariya hundirîn ji xwe re asas digire û bi rêka perwerdeyan dikarin bi pêş bikevin. Rîm wiha got: "Em rola jinên ku bûn qûrbaniyên ku dikarin ala serkeftin û şehadetê rakin, ji bîr nakin."

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, endamên dewreyê sûnda parastina ewlekariya bajêr xwar. Di dawiyê de bawername li endaman hatin belavkirin û bi gerandina govendê, merasîm bi dawî bû.

(jo)

ANHA