Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan li Helebê didomin

Rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya raya giştî ya li hemberî tecrîdê çalakiyên konvedanê dane destpêkirin.

Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan li Helebê didomin
Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan li Helebê didomin
Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan li Helebê didomin
Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan li Helebê didomin
Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan li Helebê didomin
Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan li Helebê didomin
Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan li Helebê didomin
4 cotmeh, 2018   11:33

HELEB

Konê çalakiyan ku bi dirûşma "Jin ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya xwe serî hildidin" hatiye vedan, li Qada 7 Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê ye. Kon bi wêneyên şehîdên têkoşîna azadiyê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star,TEV-DEM, YPJ û YPG‘ê hatiye xemilandin.

Jin ji hemû pêkhateyên taxê Kurd, Ereb, Tirkmen, endamên saziyên sivîl, komîn, meclis, partiyên siyasî û Hêzên Parastina Civakî ya Jin herikîn bin kon.

Çalakî bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê ji Kongreya Star Fatima Hesen axivî û bal kişand ser Komploya Navdewletî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û ev tişt anî ziman: "Komploya ku hebûna gelê Kurd dikir hedef ne gihişt serî, kîna ku li dijî Kurdan tê meşandin, heya niha didome, mînaka vê yekê dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ye."

Fatima Hesen di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku jinan hemû bendên ku li pêşiya wê dibûne kelem şikandin û bû pêşenga şoreşa Rojava, her wiha serkeftinên mezin di şoreşê de pêk anîn. Fatima destnîşan kir ku serkeftina jin a şoreşa Rojava berhemên xwedîderketina li fikrên Ocalan e.

Rêvebera Kongreya Star a Helebê her wiha bal kişand ser bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî tecrîda li Îmraliyê û wiha bi lêv kir: "Li hemberî Ocalan tecrîdeke girankirî tê meşandin, dewleta Tirk nahêle malbat û parêzer hevdîtinan pê re bikin. Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin, hemû qanûnên navdewletî binpê dike."

Fatima Hesen di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku dê çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Ocalan bidomînin.

Di çalakiya konvedanê de daxuyaniyek ji aliyê endama Kongreya Star Îbtîhan El-Zîr ve hate xwendin. Îbtîhan ev tişt anî ziman: "Bi navê Kongreya Star em tecrîdkirina Rêber Apo ji aliyê hişmendiya pergala dîktator ve şermezar dikin. Ev hişmendî ji fikrê Ocalan ê aştiyane û demokratîk ditirse ku belav bibe, ku di encamê pergalên wê hilweşîne. Lê komployê tu encam negirt û li pêşya îradeya gelê Kurd û zihniyeta azad nebû asteng.

Têkçûna komployê hêzên komploger bê çar kir, lewra tecrîd giran kirin, êrîşî Efrînê kirin û li hemberî pêkhateyên wê komkujî pêk anîn, her wiha li hemberî jinan, kuştin, tundiya bendenî pêk tînin. Hawirdorê jî ji binpêkirinên wan nefilitîn, dar, bax û bustan şewitandin û demografyaya herêmê diguherin."

Em bang li civaka navdewletî û rêxistina hiqûqî ya CPT dikin ku bila ji bêdengiya xwe derkevin û li hemberî tecrîdê û binpêkirinên li Efrînê bi berpirsyarî tev bigere.

Divê hemû hemû jin ji têkoşînê re bibin pêşeng û li derdora felsefeya Rêber kom bibin û xeta şehîdên mîna (Arîn, Avesta û Bîran) û hemû şehîdên berxwedanê bişopînin.

Em ê pergala Îmralî hilweşînin û bi Rêber Apo re azadî bijîn."

Tê payîn ku dê çalakî 3 rojan berdewam bike.

ANHA