Di 2 mehan de 2 hezar û 450 Iraqî vegeriyan welatê xwe

Endamê rêveber ê Meclisa Iraqê ya Kampa Holê diyar kir ku di mehên derbasbûyî de 2 hezar û 450 penaberên Iraqê piştî temamkirina belgeyên pêwîst û bi hevkariya hikumeta Iraqê, vegeriyan Iraqê.

Di 2 mehan de 2 hezar û 450 Iraqî vegeriyan welatê xwe
Di 2 mehan de 2 hezar û 450 Iraqî vegeriyan welatê xwe
Di 2 mehan de 2 hezar û 450 Iraqî vegeriyan welatê xwe
4 cotmeh, 2018   07:08

NESRÎN ELÎ - DILSOZ DILDAR / HESEKÊ

Kampa Holê di sala 2016'an de li nêzî sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de hate vekirin. Ji wê demê ve kamp koçberên Sûriyeyê yên ku ji ber şerên di navbera DAIŞ û rêjîmê de li herêmên wan, reviyane, pêşwazî dike. Her wiha penaberên Iraqê kamp wek stargehek ji xwe re dît.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk alîkarî ji koçber û penaberên kampa Holê re pêşkêş kir û hîna jî pêşkêş dike. Her wiha hemû niştecihên kampê diparêze. Ji bo mîsogeriya birêxistinkirina kampê û gihandina alîkariyan ji hemû koçber û penaberan re, rêveberiya kampê bi hevkariya Tevgera Civaka Demokratîk komîn û meclis li kampê ava kirin. Ji wan meclisan, Meclisa Iraqê ya taybet bo penaberên Iraqê ye. Ji ber vê gavê niştecihên kampê kêfxweşiya xwe rave kir.

Piştî ragihandina artêşa Iraqê ya pêngava rizgarkirina Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê di 17'ê Cotmeha 2016'an de, bi hezaran penaberên Iraqê û bi taybet ji herêma Mûsilê berê xwe da Rojava-Bakurê Sûriyeyê.

Piştî rizgarkirina Mûsilê penaberan bang li hikumeta Iraqê kir ku bihêlin vegerin malên xwe. Di heman demê de penaberan tekez kir ku tevî hemû astengiyan jî ewlehî û aramî li Rojava-Bakurê Sûriyeyê dîtine.

Li ser wê bangê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi hevkariya rêveberiya kampa Holê û Meclisa Iraqî bi hezaran penaberên Iraqî piştî temamkirina belgeyên fermî li gel rêveberiya kampê û hikumeta Iraqê vegeriyan welatê xwe.

Têkildarî mijarê û di du mehên borî de 2 hezar û 450 penaberên Iraqê ji kampa Holê di deriyê sînorê Til Koçer re radestî hikumeta Iraqê hatin kirin.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Meclisa Iraqê ê kampa Holê Xidêr Salih El-Qeten wiha got: "Ji bo hêsankirina vegera penaberan ji Iraqê re, bi koordîneya aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser û hikumeta Iraqê, li gorî koordîneya heftane 350 penaber piştî wergirtina belgeyên fermî yên kesayetî ji Iraqê re tên veguhastin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kampa Holê ji 5 beşan pêk tê. 3 ji wan ên penaberên iraqî ne û yên din ên koçberên Sûriyeyê ne.

(şx)

ANHA