Şêniyên Reqayê cenazeyên şehîd Selîm û Ehmed El-Hemûd oxir kirin

Bi sedan şêniyên Reqa û gundewarên wê cenazeyên şervanê QSD`ê Selîm û endamê Hêzên Ewlekariya Hundrîn Ehmed El-Hemûd li goristana şehîdan a gundê El-Hikûmiye oxir kirin.  

Şêniyên Reqayê cenazeyên şehîd Selîm û Ehmed El-Hemûd oxir kirin
Şêniyên Reqayê cenazeyên şehîd Selîm û Ehmed El-Hemûd oxir kirin
Şêniyên Reqayê cenazeyên şehîd Selîm û Ehmed El-Hemûd oxir kirin
Şêniyên Reqayê cenazeyên şehîd Selîm û Ehmed El-Hemûd oxir kirin
Şêniyên Reqayê cenazeyên şehîd Selîm û Ehmed El-Hemûd oxir kirin
Şêniyên Reqayê cenazeyên şehîd Selîm û Ehmed El-Hemûd oxir kirin
4 cotmeh, 2018   06:57

REQA

Bi sedan şêniyên Reqa û gundewarên wê cenazeyên şervanê QSD`ê Selîm El-Osman (Selîm) û yê endamê hêzên Ewlekariya Hundrîn Ehmed El-Hemûd oxir kirin ku dema erka xwe ya leşkerî pêk dianîn, şehîd bûn.

Şêniyan cenazeyên her du şehîdan ji Çerxerêya El-Firûsiye wergirt û bi karwanekî ber bi goristana Şehîdên Reqayê ve ketin rê.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, her wiha şervanên QSD`ê û hêzên Ewlekariya Hundirîn toreneke leşkerî li dar xist.

Paşê bi navê QSD`ê yek ji fermandarên wê Feysel Ebû Ezîz, bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê Heya El-Meter û bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Celaa Hemzawî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên her du şehîdan re hate xwestin û soza şopandina rêya şehîdan heta dawiyê hate dayîn. Her wiha hate tekezkirin ku bi saya têkoşîn û xwîna şehîdan herêm bi aramî û ewle dijî.

Her wiha yek ji rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan Fatma El-Îsa axivî û soz da ku dê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin û sersaxî ji malbatên her du cangoriyan re xwest.

Paşê wesîqetên şehadeta her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di dawiyê cenazeyê her du şehîdan di nava dirûşm û tilîliyan de hatin oxirkirin.

(bx)

ANHA