Komîteya Sotemeniyê mazotê li şêniyan belav dike

Di çarçoveya amadekariyên pêşwazîkirina zivistanê de, Komîteya Sotemeniyê ya Dêrikê dest bi belavkirina mazotê li welatiyên bajarê Dêrik û gundên Koçerat û Beravê kir.

Komîteya Sotemeniyê mazotê li şêniyan belav dike
Komîteya Sotemeniyê mazotê li şêniyan belav dike
Komîteya Sotemeniyê mazotê li şêniyan belav dike
Komîteya Sotemeniyê mazotê li şêniyan belav dike
3 cotmeh, 2018   08:53

ÎSAM ABDULLAH / QAMIŞLO

Xebatên belavkirina mazotê li bajarê Dêrikê bi rêya komînên taxan û gundan li gorî navên ku berê hatine tomarkirin, tên meşandin. Para her malbatekê 400 lître mazot e.

Şêniyên Dêrikê tekez kir ku mazot li Dêrikê tê peydakirin û bi mekanîzmeya belavkirinê razî ne.

Têkildarî mijara miqdarên mazotê ku hatine belavkirin, endamê rêveber ê Komîteya Sotemeniyê ya Dêrikê Mihîdîn Abdullah wiha axivî: "Ev dem ji bo belavkirina mazotê li şêniyan hatiye diyarkirin. Tê payîn ku ev xebat di vê hefteyê de bi dawî bibe."

Abdullah di berdewama gotinên xwe de diyar kir ku heta niha miqdara mazotê ku li Dêrik û gundên Koçerat û Berav hatiye belavkirin, gihaşt 2 milyon û 500 hezar lître mazotê. Her wiha xebatên belavkirinê hê jî berdewam in û tê texmînkirin ku ev miqdar li gorî navên ku hatine tomarkirin dê bigihîje 3 milyon lître mazot.

Endamê rêveber ê Komîteya Sotemeniyê Mihîdîn Abdullah tekez kir ku cureya mazotê îsal baştir e û li gorî pîvanan e.

Peydakirina madeya mazotê ji cotkaran re

Komîte ne tenê mazotê ji şêniyan re peyda dike, lê belê miqdarên pêwîst ji bo xebitandina alavên çandiniyê û hilmijên avê peyda dike. Abdullah tekez kir ku komîteyê miqdara 3 lître mazot ji her dinomek zevî re diyar kiriye. Li gorî hin şert û mercan dê cotkar mazotê wergirin.

Di dawiyê de Mihîdîn Abdullah bang li şêniyan kir ku ji bo hêsankirina xebatên belavkirinê û mîsogeriya wergirtina miqdara diyarkirî bi komînan hevkar bin.

Ji aliyê xwe ve hevseroka Komîna Şehîd Cûdî Meryem Îsmaîl destnîşan kir ku hemû komîn bi komîteyê re di nav koordîneyê de ne û li gorî şert û mercên ku komîteyê diyar kirine, navên şêniyan tomar dikin. Di dawiyê de Meryem Ismaîl tekez kir ku xebatên belavkirinê bi awayekî baş bi rê ve diçin.

(şx)

ANHA