Endamekî berê yê DAIŞ'ê radestî Meclisa Penaberan a Iraqê hate kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hevkariya Komîteya Têkiliyên Giştî ya QSD’ê, welatiyekî Iraqê ku bi endamtiya DAIŞ'ê hatiye tawanbarkirin, li kampa El-Hol a penaberên Iraqê ya girêdayî kantona Hesekê radestî Meclisa Penaberan a Iraqê kir.

Endamekî berê yê DAIŞ'ê radestî Meclisa Penaberan a Iraqê hate kirin
3 cotmeh, 2018   09:17

HESEKÊ

Merasîma radestkirina hemwelatiyê Iraqê di kampa Holê de bi beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên Meclisa Rûspiyên Hesekê, endamên Meclisa Penaberên Iraqê yên di kampê de û xizmên ev kesê iraqî û hin fermandarên QSD'ê pêk hat.

Hevserokê Meclisa Penaberên Iraqê ya kampa Holê, Xidir Salih El-Qutib, spasiya Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

El-Qutib di axaftina xwe de got ew wek welatiyên Iraqê li hemberî Rêveberiya Xweser û helwestên wê yên niştimanî li hemberî gelê Iraqê dilnerm in.

Welatiyê iraqî ku serbest hatiye berdan, bi navê Ebdullah Ebdilhadî Xidir e û ji hemwelatiyên navçeya Zimar a girêdayî parêzgeha Mûsilê ye û 2 birayên wî di nava çeteyên DAIŞ'ê de li Iraqê hatine kuştin. Xidir jî di sala 2016'an de xwe radestî QSD'ê kir û di van demên dawîn de piştî ku hate piştrastkirin ku destên wî di rijandina xwîna welatiyan de tune ye, serbest hate berdan.

Endama Meclisa Kantona Hesekê Macîde Emîn jî axivî û da zanîn ku rêgeza sereke ya Rêveberiya Xweser çaksazî û birêxistinkirina kesan di nava civakê de ye da ku karibin xizmeta gelê xwe bikin. Macîde hêvî kir ku Ebdullah Xidir rêya rast di jiyana xwe de hilbijêre.

Komîteya Têkiliyên Giştî ya QSD'ê û bi însiyatîfa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di van demên dawîn de 23 girtiyên ku bi hevkariya DAIŞ'ê hatibûn tawanbarkirin, serbest berdan.

ANHA