Navenda bi hev re jiyankirina gelan: ŞEHBA

Herêma Şehba beşek sereke ji herêmên Bakurê Helebê ye. Ji sînorê Tirkiyê û Sûriyê yê aliyê bakurê Helebê destpê dike û digihêje rojava. Di wê herêmê de gelek netewe, ol û mezheb jiyan dikin. Herêma behsa mijarê di aliyê cografîk û siyasî de jî dewlemend e. Herêma Şehba di nava şoreşa Sûriyê de bû herêmeke sereke ku şer tê de rûdan.

Navenda bi hev re jiyankirina gelan: ŞEHBA
Navenda bi hev re jiyankirina gelan: ŞEHBA
Navenda bi hev re jiyankirina gelan: ŞEHBA
Navenda bi hev re jiyankirina gelan: ŞEHBA
Navenda bi hev re jiyankirina gelan: ŞEHBA
Navenda bi hev re jiyankirina gelan: ŞEHBA
Navenda bi hev re jiyankirina gelan: ŞEHBA
Navenda bi hev re jiyankirina gelan: ŞEHBA
Navenda bi hev re jiyankirina gelan: ŞEHBA
Navenda bi hev re jiyankirina gelan: ŞEHBA
3 cotmeh, 2018   04:20

ŞERVÎN MUSTEFA / CAFER CAFO / ŞEHBA

Xaknîgariya herêma El-Şehbaa

Firehbûna herêma Şehba 5 hezar kîlometir çarkoşeye. Kurahiya herêmê 55 kîlometre, dirêjahiya wê jî ji bajarê Ezaz destpê dike û dighêje bajarê Cerbalusê, Dirêjahiya wê derdora 90 kîlometrane. Li rojavayê herêmê Çiyayê Lêlûn heye, her wiha di herêmê de bajarên Minbic, Sifîre, Bab, Cerablus û Ezaz hene.

Navê herêma Şehba ji gotina “Şah ba” yanî bayê ji qiral tê. Tê gotin ku ev nav ji sala 2400 BZ hatiye. Rewşa hewayê li herêmê hênike û deşta wê dirêj û firehe, ji ser sînorê Efrînê destpê dike û ber bi sînorê Tirkiyê ya li bakur ve dikşe.

Herêma Şehba navgîna di navbera şaristaniya Mozpotamya û şaristaniya rojava de ye. Şehba deriyê sereke yê dirêjahiya Çiyayê Torosê û Çiyayê Derya Spî ne. Herêma bi tenê ya ber bi hundirê Sûriyê ye, di herêmê de gelek riyên çûn û hatinê yên bejahî hene. Riyên behsa mijarê riyên tekane yên ber bi Ewropa ve bûn.

Di herêma Şehba de 5 bajar û 600 gund hene, bajar di navbera mezin û biçûk in.

Bajarên Şehba:

Bajarê Cerbalus: 125 kîlometreyan bakur-rojhilatê bajarê Helebê dikeve, 40 kîlometreyan rojavayê Kobanê dikeve, li rojavayê wê bajarê Ezaz heye, li bakurê wê jî bajarê Minbic, li rojavayê bajarê Cerblusê jî çemê firat heye. Li gorî serjimêra dewleta Sûriyê yên sala 2004’an nifûsa niştecihên Cerblusê 58 hezar welatiyên ji pêkhateyên kurd û ereb bûn.

Bajarê Cerablusê navê xwe ji serdema Hûsiyîna aniye û dîroka vî navê vedigere beriya 5 hezar Sal û navê wê yê berê “Gergamîş” bû ye. Li herêma ku weke cihê şaristaniya mirovahiyê tê naskirin, gelek lêkolînerên şûnwaran lêkolînên berfireh li ser bajar kirine.

Bajarê Minbic: Minbic yek ji kevintirîn bajarên bakurê Helebê ye. 75 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Helebê ye. Hejmara niştecihên wê derdora 140 hezar kesî ne.

Di Minbic de jî kurd, ereb û turkman bi sedên salan bi hev re jiyan dikin. Şêniyên bajar wekî şêniyên herêmê din bi pêngava şoreşa Sûriyê li dijî hêzên rêjîmê serî hildan û herêmên xwe rizgar kirin. Lê paşê komên çete yên DAIŞ’ê êrîşî bajar kir û bajar heta niha di bin dagirkeriya çeteyan de ye.

Herêma Babê: Herêma Bab’ê jî ji herêmên herî kevin ên Şehba ne, dîroka wê vedigere serdema Roma’ya. Li Babê meşên yekem ên li dijî rêjîma Esed derketin. Di Nîsana 2011’an de şêniyên herêmê li dijî rêjîmê derketin.

Bab 38 kîlometreyan rojhilatê Helebê dikev, navçeyên Tadif, Dêr Hafir, Raî û Xendûra girêdayî bajarê Babê ne. li gorî hejmarên sala 2008’an nifûsa herêmê 400 hezar kes bû. Şêniyên wê ji kurd, ereb û turkmenan pêk tê.

Herêma Sifîra: li gorî hejmartina sala 2008’an nivûsa niştecihên herêmê 100 hezar kes e.Di herêma Sifîrê de bajarokên kurdî yên wekî Til Hasil û Til Erban, her wiha jejmarek gundên din ên erebî û kurdî hene.

Sifîrê navê xwe ji zimanê suryanî girtiye û wateya wê “Xweşik” e. Di herêmê de çem û bexçe hene, heta niha di herêmê de xetên avdanê yên kevin hene, her wiha gelek golên ku av tê de dihate depokirin hene. Şêniyên herêmê navê “Qewarat” li depoyan dikin. Bi zimanê suryanî dibe golên ava cemidî.

Bajarê Ezaz: Nifûsa bajarê Ezazê 75 hezar kes in. Bajar kevne û li gorî bermahiyên di herêmê de û lêkolînên hatinekirin tê gotin ku dîroka wê vedgere serdema Mîtaniyan.

Ezaz navê xwe ji zaraveyê Soranî yanî Ezazo û tê gotin di serdema Mîtaniyan de ev nav li herêmê hatiye kirin. Paşê nav hate guhertin û navê wê bû Ezaz. Girêdayî Ezazê bajarokên Ixtirîn, Soran, Mari, Qebasîn, Raî, Til Erfad, Til Rifet, Ebû Teltel û bajarokên Hewadir û gelek gundên bi navê “Dodyan, Sor Sembat, Xendûra, Qub El-Şêx, Ihris, Tileran, Til Hasil û Heyan jî hene. Di gund û bajarokên behsa mijarê de hejmarek zêde ya mirovan jiyan dikin.

Girîngiya jeosiyasî ya Şehba

Herêma Şehba cihekî xwe yê girîng heye, ji ber wê yekê gelek dewletên herêmî û navnetewî dixwazin xwe di herêmê de bi cih bikin û siyasetên xwe yên hemû herêmê pêk bînin. Li aliyê din jî Şehba yek ji deriyên sereke yên Rojhiata Navîne, ji ber wê yekê hêzên derve her dem xwestin ji vê herêmê derbeyan li şoreşa gel a Sûriyê bixin. Di wê herêmê de komên çekdar ên cûda cûda hatin çêkirin, bi wan koman plan û projeyên xwe dimeşandin. Ji ber ku di wê herêmê de riya bejahî ya sereke ku derbasî Ewropa dibe, her wiha deşta rêzeÇiyayê Torosê û Çiyayê Deriya Spî ye.

Welatiyên Şehba

Di herêma Şehba de welatiyên ji pêkhateyên kurd, ereb, çerkes, ermen, çeçen, asûr û her wekî din jiyan dikin, diheman demê de kurdên ku hatine erebkirin û bi zimanê erebî diaxivin jî hejmareke wan a zêde di herêmê de heye. Suryan, kildan, ernewit, êzidî, ismaîlî û gelek mezhebên din jî di herêmê de hene, her wiha sunî, şîî, xiristyan, durzî, elewî û cûhî jî di herêmê de jiyan kirin.

Herî dawî jî Turkmen di herêmê de derketin, turkemnên herêmê ji dema dewleta Osmaniyan li herêmê hatin bicihkirin.

Di herêmê de 200 gundên kurdan ku hejmara nifûsa wan 600 hezar kes e, hene. 7 gundên turkmenan ku hejmara wan jî derdora 14 hezarî ye hene. Hejmara nifûsa wê ji sedî 45 ereb in.

Cihên dîrokî:

Di herêma Şehba de gelek cihên dîrokî hene, sûkên kevin, qereqol, mizgeft û gelek avahiyên kevin, her wiha golên avê jî di herêmê de hene. Herî zêde golên avê di serdema Romaniyan de hatine çêkirin. Di herêmê de her wiha çemê Zehb diherikî.

Herêma Şehba bi cihên xwe yên dîrokî tê naskirin. Cihên dîrokî ji beriya zayînê hatine çêkirin wekî (Til Erban, Til Hasil, Til Hicêr, Til Diwêne, Til Ehmer, Til Hibo, Til Lêman, golê Cibûlî, Til Kom Bînar û gelek girên girîn ên dîrokî jî diherêmê de hene.

Girîngiya aborî:

Di herêmê de gelek berhemên aborî hene, di nava dîrokê de jî herêmê bandora xwe li aboriya tevahiya herêmê kiriye. Di herêmê de neft, gaz, ava binerd hene, her wiha şêniyên herêmê pez xwedî dikin. Herêm bi çandiniya xwe jî dewlemende. Di herêmê de genim, ceh, nîsk û nok têne çendin, her wiha gelek cûreyên zebze û şînahiyan jî têne çandin. Piraniya şêniyên herêmê li ser xwedîkirina pez û çandiniyê debara xwe ya jiyanî dikin.

Herêmên dagirkirî

Dewleta Tirk di Tebaxa  2016‘an de kantona Şehbayê ji çeteyên DAIŞ‘ê  ku herêm dagirkiribûn wergert, paşê jî derbasî Qebasîn, Exterîn, Raî, Marai, Bab, Ezazê bû, bi vê yekê ferehiya qada ku ket destê dagirkeriya Tirkiyeyê 2000 km2 e.

Komên çete yên ku desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin û fermanên Tirkiyeyê pêk tînin; Furqet El-Hemzat, Feyleq El-Şam, Sultan Mûrad, Ehrar El-Şam, Nûredîn El-Zingî, Ceyş El-Tehrîr, ketîbeyên Siqûr El-Cebel, Cebheya El-Şamiya û gelek komên dintir.

Geşedanên dawîn

Di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê de li Şehbayê di navbera 2013-2015‘an ji ber kiryarên wan ên der heqê sivîlan de, bi hezaran kes berê xwe dane kantonên Efrîn û Kobanê ku kampên Şehba û Rûbar ji bo wan li Efrînê hatibûn vekirin.

Welatiyên Şehbayê li derdora Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  kom  bûn û biryar dan ku xwe bi rêxistin bikin. Di vê çarçoveyê  di konferansekê de li Efrînê Meclisa Herêma Babê ava kiririn.

Meclisa Rêveberiya Şehbayê

Piştî avakirina Meclisa Rêveberiya Şehbayê di 24‘ê Adara 2015‘an de, melisê li herêma Babê xebatên xwe dida meşandin, ji ber ku Şehba ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê û yên ser bi dewleta Tirk ve hatibû dagirkirin.

Di destpêka 2016‘an de komên şoreşgerî pêngava rizgarkirina herêma Şehbayê da destpêkirin. Piştî şerên ku bi mehan berdewam kir hêzên şoreşgerî Til Rifet, Kefernaya, Mix û balafirgeha wê ya leşkerî, Kefernasih, Dêr Cemal, Ehris, Eyn Deqna, Bîlonya, Şêx Hilal, Kefer, Enton, Şehabiya, Til Ecar û bi dehan gund rizgar kirin.

Meclisa Rêveberiya Şehbayê piştî rizgarkirinê yekser xebatên xwe veguherand kantonê û buroya xwe li navçeya Ehrisê vekir, piştî demeke kurt meclisên herêmê li her deverê ava kirin.

Gelê herêmê yên ji hemû pêkhateyan xwe bi rêxistin kirin û Meclîsa Rûspiyan û Şêxan di 28’ê kanûna 2018‘an de hate avakirin. Rûspiyên ku nûnertiya herêmên Cerablus, Mari, Ezaz, Minbic, Bab, Til Rifet, Sifîrê dikin cihê xwe di Meclîsa de digirin.

Şoreşa jin

Mîna hemû jinan, jinên li herêma Şehbayê di her aliyan de hatibûn paşguhkirin, rastî koletî û bê mafiyê hatibûn, ji mafê xwe yên herî biçûk wekî xwedinê bê par hatibûn hiştin.

Jinan li hemberî dagirkeriyê û hişmendiya serdan serî rakir, yek gav ku ji aliyê wan de hate avêtin, avakirina hêzeke leşkerî bi navê "Eniya Parastina Jinên Şehbayê" ye.

Di aliyê rêxistinî de jî Meclisa Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê ku ji 3 rêveber û 25 endamên pêk tê hate avakirin.

Li aliyê din jî şêniyên herêmê di aliyê siyasî de jî Hevgiritna Niştimanî ya Demokratîk ava kirine, meclisa ku xebatên siyasî û doplomasî dide meşandin li dijî polîtîkeiyên dijber ên li ser kantonê gelek gav avêtine.

Piştgitiriya Berxwedana Serdemê

Bi êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser kantona Efrînê û komkujiyên der heqê sivîlan de hatin kirin, her wiha wêrankirin û talankirina wan bi hezaran şêniyên kantonê di 18‘ê Adarê de berê xwe dane kantona Şehbayê.

Meclisa Şehbayê bê navber di her aliyan de destek dida şêniyên Efrînê û bi hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrînê komp li navçeya Fafîn, Til Sosîn û ya Şehba li navçeya Şêrawayê vekirin.

Komîteya Aborî jî ji bo şêniyan xizmeteke ber bi çav pêşkêş kir û derfetên kar ji wan re peyda kir.

(bb)

ANHA