Pakrewangeha Serêkaniyê tê çêkirin

Xebatên çêkirina  pakrewangeha Serêkaniyê ku ji beriya salekê ve şehîd lê tên veşartin, didome. Tê texmînkirin ku dê xebatên çêkirinê piştî mehekê bi dawî bibin.

Pakrewangeha Serêkaniyê tê çêkirin
Pakrewangeha Serêkaniyê tê çêkirin
Pakrewangeha Serêkaniyê tê çêkirin
3 cotmeh, 2018   05:37

HESEKÊ

Pakrewangeha Serêkaniyê ku cara ewilî şehîd di 19’ê Cotmeha 2017’an de lê hatin veşartin, piştî salekê tê avakirin. Piştî ku di 2012’an de çeteyan êrîşî Serêkaniyê kir, bi sedan ciwanên Serêkaniyê şehîd bûn. Lê ji ber ewlehî û parastina gel, şehîd li Serêkaniyê nehatin veşartin. Hemû şehîdên herêma Serêkaniyê li gundê Berkevirê yê girêdayî Dirbesiyê li Goristana Şehîd Rustem Cudî dihatin veşartin. Piştî ku Serêkaniyê ji çeteyan hat paqijkirin, ewlehî û aramî lê çêbû, vê carê jî şehîd li Serêkaniyê hatin veşartin.

Cenazeyên şehîdên pêşîn li erdekî ku girêdayî şaredariyê, ji rojhilatê Serêkaniyê li pişt taxa Zerdeşt hatin veşartin. Yekem şehîd 2 endamên Asayîşa Serêkaniyê bûn ku di teqîneke li bajarokê Menacîr de şehîd bûn. Niha hejmara şehîdan gihaştiye 38’an. Ji 38 şehîdan 21 ji pêkhateya Ereb, 16 şehîd ji pêkhateya Kurd û şehîdek jî sivîl e.

Piştî salekê Meclisa Malbatên Şehîdan (MMŞ) biryar da ku pakrewangeha Serêkaniyê çêkin. Xebatên çêkirinê di 5’ê Gulana 2018’an dest pê kir. Rûpîvana pakrewangehê 18 donim e.

Berpirsyarê pakrewangeha Serêkaniyê û endamê MMŞ’ê Îsmaîl Ferhan diyar kir ku wan ji bo çêkirina pakrewangehê 4 meh dabûn miteahîd, lê ji ber ku hinek tiştên din lê hatin zêdekirin, wan meheke din jî wext dirêj kiriye.

Ji bo navê pakrewangehê Îsmaîl Ferhan destnîşan kir ku hinek pêşniyar hene lê hîn jî navê pakrewangehê nehatiye diyarkirin, dê di demeke kurt de nav bê diyarkirin.

 (bm-sx/kc)

ANHA