ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03 .10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03 .10.2018
3 cotmeh, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Akademiya Şehîd Sadiq a YPG‘ê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewreya perwerdeyê ya bi navê "Şehîdên Helebê" bi merasîmekê bi dawî dike. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Înşaata pakrewangeha Serêkaniyê ku ji beriya salekê ve şehîd lê tên veşartin, didome. Tê texmînkirin ku dê xebatên çêkirinê piştî mehekê bi dawî bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Hevseroka MSD‘ê Emîna Umer got, ew  bi diyalogên siyasyî re bawer in, ku tekane riya qedandina aloziyê ye û tekez kir ku meclis bi armanca çareseriya siyasî her tim ji diyalogan re amade ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Herêma Şehba beşek sereke ji herêmên Bakurê Helebê ye. Ji sînorê Tirkiyê û Sûriyê yê aliyê bakurê Helebê destpl dike û dighêje rojava. Di wê herêmê de gelek netewe, ol û mezheb jiyan dikin. Herêma behsa mijarê di aliyê ceografî û siyasî de jî dewlemend e. Herêma Şehba di nava şoreşa Sûriyê de bû herêmeke sereke ku şerê tê rûdan. Di herêmê de gelek hêzan şerê hev kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Yekitiya Jina Azad a Şehbayê û Buroya Jin a MSD‘ê derbarê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyan didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Weqfeya Jina Azad a Rojava bi armanca pêşxistina jinan di hemî waran de û bilindkirina asta wê ya jiyanî gelek proje ji jinên Kampa Hol re vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Akademiya Jiyan Amara bi armanca pêşxistin û perwerdekirina jinên ciwan gelek dewreyên perwerdeyê vekirin. Her wiha gelek destkeftî ji bo avakirina civakek demokratîk li ser bingeha azadî û wekheviyê bi dest xistiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Çalakiyên hunerî yên bi armanca piştgiriya pêngava rizarkirina Efrînê, di roja 8‘an de li gundê Xerbekê yê navçeya Şêrawayê bi dawî dibe. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Minbicê du pirtûkxane hene ku ji dehhezaran pirtûk pêk tên, ji ber wê bûye meqseda xwendekar û rewşenbîran. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ermaniyên kantona Girê Spî Dêra Selîb (Xaçe) ya ku dîroka wê vedigere sala 1924'an ji nû ve vekir. Komên çete yên DAIŞ'ê dema ku bajarê Girê Spî dagir kiribûn, dêr veguherandibûn bargeheke leşkerî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Devera di navebra pireyên Kevn û Nû de ji ber bedewiya xuyanga wê bûye cihê turîzm û cihê ku hemû şêniyên Reqayê bihna xwe lê vedin û qerebelixa bajêr dûr bikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Apê Salih El-Hesen ku temenê xwe 46 salî saetên xirabûyî tamîr dike û yên kevin jî diparêze, hezkirina apê Salih ji pîşeya wî re her diçe zêde dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di çarçoveya amadekariyên pêşwazîkirina zivistanê de, Komîteya Sotemenî ya Dêrikê ya Kantona Qamişlo dest bi belavkirina mazotê li welatiyên bajarê Dêrik û gundên Koçerat û Berav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA