Hevkariya welatiyan a bi Hêzên Ewlekariyê re ewlehiya herêmê xurt dike

Li ser agahiyên şêniyan, Hêzên Ewlehiya Hundirîn vê sibehê 2 çekdar girtin.

Hevkariya welatiyan a bi Hêzên Ewlekariyê re ewlehiya herêmê xurt dike
2 cotmeh, 2018   14:03

MINBIC

Li ser agahiyên şêniyên gundekî girêdayî Minbicê ku du kesên bi çek, yek bi motorsiklêtê û ya din bi erebeya cureya hondayê di nav gundên Minbicê de digerin, hêzên ewlehiyê yekser berê xwe dan wan gundan û dest bi lêkolînan kirin.

Endamê rêveber ê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlehî ya Minibcê, diyar kir ku her du kesên hatine girtin çek û bombeyên destan li gel wan hebûn û her duyan plan dikir ku tevliheviyê derbixin û şêniyan bi tirsînin.

Hêzên Ewlehiyê diyar nekir ku herdu kes girêdayî kijan aliyê ne, lê wêneyên bombeyên ku di destê wan de hebû belav kir.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn spasiya hevkariya şêniyan kir.

(şx)

ANHA