6 kesên ku bi tewana tevlîbûna DAIŞ`ê hatibûn girtin serbest hatin berdan

Komîteya Têkliyên Giştî ya QSD`ê bi însyatîfa Rêvberiya Xweriya Demokratîk 6 kesên ku bi tewana tevlîbûna ji çeteyên DAIŞ`ê û yên ku hatin îsbatkirin ku destê wan di xwîna gelê Sûriyeyê de tune ye, serbest berdan.

6 kesên ku bi tewana tevlîbûna DAIŞ`ê hatibûn girtin serbest hatin berdan
2 cotmeh, 2018   13:37

HESEKÊ

Komîteya Têkliyên Giştî ya QSD`ê bi amadebûna rûspiyên Meclisa Rûspiyan a kantona Hesekê, Meclisa kantona Hesekê û fermandarên QSD`ê 6 kesên ku bi tewana tevlîbûna wan ji çeteyên DAIŞ`ê re û yên ku hate îsbatkirin ku destên wan di xwîna gelê Sûriyeyê de tune ye, serbest berdan.

Di berdana wan kesan de ji aliyê Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Abdullah axivî û spasiya QSD`ê li ser însiyatîfa wan kir ku xwesteka kefaleta rûspiyên êlên herêmê li ser pîvanê biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera hemû gelan de pêk anî û ew kesan serbeset berdan, kir

Ji aliyê xwe ve ji fermanarên QSD`ê Şiyar Hesekê bi xêrhatina hemû rûspiyên ku destê wan di xurtkirina têkliyan di navbera hemû pêkahateyên herêmê de heye, kir. Hesekê diyar kir ku rêya wan diyar e û ew ê ji bo mirovatiyê, parastina jiyana hevbeş, biratiya gelan û rizgarkirina hemû gelên bindest, têkoşîna xwe berdewam bikin.

Hesekê anî ziman ku wan ew kes berdan da ku derfeteke din bidin wan, rêya jiyana xwe rast bikin û xizmeta gelê xwe bikin.

Her wiha bi navê êlên Ereb ên Şedadê Şêx Giûd Ebû Mîzer axivî û destnîşan kir ku di nava 3 salan de ew li hember çeteyên DAIŞ`ê şer dikin, gelek zilm û zor ji ber wan dîtin û spasiya QSD`ê kir ji ber ku herêm bi saya wan ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin.

Ji aliyê xwe ve Nûnerê Meclisa Rûspiyên êlên kur Cemal Xelef Biro got, însyatîfa QSD`ê ya ji bo serbestberdana kesên ku bi tewana tevlîbûna wan ji çeteyên DAIŞ`ê re tiştekî baş bû û wiha anî ziman,"Ew kesên ku hatibûn girtin zarokên herêmê ne. Pêwîste deriyê efokirinê li pêşiya her kesê ku dixwaze li rêya rast vegere, vekirî be."

Paşê kesê ku serbest berdan soz dan ku ew ê tu karên dijî civakê nekin û tev li tu gurûpên çete nebin.

Di dawiyê de ew kesan rasestî malbatên wan hatin kirin.

Hêjaye bîr xistinê ye ku Komîteye Têkliyên Giştî ya QSD`ê beriya niha 17 kesên ku bi tewana tevlîbûna wan ji çeteyên DAIŞ`ê re hatibûn girtin duh serbeset berdan. Bi vê yekê kesên ku di nava 2 rojan de hatin berdan bûn 23 kes.

(bx)

ANHA