Îranê bargehên DAIŞ`ê yên El-Bûkemalê topbaran kir

Muhafizên Şoreşa Îranê, weke bersiva Ahwazê ragihand ku bi fuzeyên balîstîk li Sûriyeyê li ‘baregeheke ya terorîstan’ dane.

Îranê bargehên DAIŞ`ê yên El-Bûkemalê topbaran kir
1 cotmeh, 2018   08:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Muhafizên Şoreşê yên artêşa îdolojîk a Komara Îranê ne, got: “Li gorî agahiyên destpêkê, gelek terorîst û şefên ji berpirsên êrîşa terorîstên li Ahwazê hatine kuştin û  birîndar bûne.”

Muhafizên Şoreşê têkildarî bê ka fuze ji kû hatine avêtin, agahî parve nekirin. Li gorî nûçeya Farsê, herêma El-Bûkemel a dikeve rojhilatê Sûriyeyê bûne hedefa fûzeyan.

Di êrîşa 22’yê Îlonê ya dema merasîma leşkerî ya li Ahwazê de ku ji aliyê pêç kesan ve pêk hat herî kêm 25 kes miribûn. Ji vana 12 Muhafizên Şoreşê bûn. Ev êrîş DAIŞ’ê li xwe girtibûn.