Komîteya Tenduristiyê zêdetirî 700 rewşên astengdariyê tomar kirin

Li gorî Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê, wan 700 rewşên astengdariya derûnî û bedenî tomar kirine. Piraniya wan qutbûna dest û lingan in. Têkildarî mijarê endama rêveber a Buroya Astengdaran a Taybet bang li hemû rêxistinan kir ku alîkariyê ji wan re pêşkêş bikin. 

Komîteya Tenduristiyê zêdetirî 700 rewşên astengdariyê tomar kirin
Komîteya Tenduristiyê zêdetirî 700 rewşên astengdariyê tomar kirin
Komîteya Tenduristiyê zêdetirî 700 rewşên astengdariyê tomar kirin
1 cotmeh, 2018   08:13

EMAR EL-XELEF / REQA

Çeteyên DAIŞ`ê ne tenê avahî wêran kirin, lê belê ji ber kirinên wan şêniyên Reqayê bi astengiyên bedenî û derûnî yên domdar re rû bi rû mane. Gelek şêniyên Reqayê ji ber qutbûna dest an lingên wan bê kar mane. Zarokan jî para mezin ji astengdariyên derûnî girt. Ji ber temaşekirina binpêkirinên DAIŞ`ê der heqê şêniyan de gelek zarok di axaftinê de û ji ber tirsê astengiyan dikişînin.

Li gorî Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ji bilî haletên astengdariyên derûnî, rêjeya astengdariya dest û lingan gihaşt 700 kesan.

Li gorî belgeyên tomarkirinê yên komîteyê sedema piraniya astengdariyên lingan mayinên DAIŞ`ê bûn. Di dema serweriya DAIŞ`ê li herêmê de, çeteyan bi armanca tirsandina welatiyan û bi gelek hincetan, destên şêniyan an bi şûr an jî bi satûran qut dikirin.

Astengdariya derûnî ya herî xeternak e. Çeteyan bi zanabûn darvekirinên meydanî pêk dianîn û her wiha bi darê zorê şênî lê didan temaşekirin. Ew jî zexteke derûnî li şêniyan û bi taybet li zarokan kir. Gelek zarokên ku li Komîteya Tenduristiyê hatin tomarkirin, nikarin biaxivin.

Têkildarî mijarê endama rêveber a Buroya Astengdaran a Taybet Munîra El-Hesen wiha got: “Em hewl didin bi hemû derfetên xwe alîkariya astengdaran bikin. Heta niha tu rêxistinek alîkariyê ji wan re pêşkêş nekirine. Em ji bo belgekirina wan haletan dixebitin.”

Her wiha Munîra destnîşan kir ku li gorî belgeyên komîteyê piraniya haletên astengdariyê ji ber mayin û binpêkirinên DAIŞ`ê ne û bang li hemû rêxistinan kir ku alîkariya pêwîst ji astengdaran re pêşkêş bikin.

(şx)

ANHA