Li Reqayê Meclisa Jinên Sûriyeyê hate danasîn

Meclisa Jinên Sûriyeyê ya bajarê Reqayê semînerek ji bo danasîna Meclisa Jinên Sûriyeyê li Reqayê û rola meclisê ji bo aktîfkirina jinan di civakê de organîze kir.

Li Reqayê Meclisa Jinên Sûriyeyê hate danasîn
Li Reqayê Meclisa Jinên Sûriyeyê hate danasîn
Li Reqayê Meclisa Jinên Sûriyeyê hate danasîn
Li Reqayê Meclisa Jinên Sûriyeyê hate danasîn
1 cotmeh, 2018   08:33

REQA

Meclisa Jinên Sûriyeyê li bajarê Reqayê semînerek der barê danasîna meclisê û armanca wê de li navenda Meclisa Jinên Sûriyeyê li dar xist. Di semînerê de bi dehan jinên ji hemû bajarên Bakurê Sûriyeyê amade bûn.

Meclisa Jinên Sûriyeyê sîwana rêxistin, yekitiyên jinên Sûriyeyê û jinên serbixwe ye. Meclis hemû enerjiya jinên Sûriyeyê dike yek da ku sîstemeke civakî ya demokratîk ku azadiya jinan û edaletê pêk tîne, kar dike. Her wiha meclisa jinan li ser aktîfkirina rola jinan di avakirina Sûriyeya pêşerojê de li gorî zagonên demokrasiyê, tev digere.

Armanca meclisê avakirina civakeke demokratîk, exlaqî û ekolojîk e ku azadiya jinan dike esas û aloziya li Sûriyeyê di rêka danûstanên demokratîk çareser dike. Her wiha sîstema demokratîk, pirrengî û nenavendî li Sûriyeyê û azadî, demokrasî û adelatê ji hemû pêkhateyên li Sûriyeyê re esas digire.

Di semînerê de endama rêveberiya Meclisa Jinên Sûriyeyê ya Reqayê Cûmane El-Elî da zanîn ku di meclisê de gelek jinên ji herêmên cuda li bakurê Sûriyeyê û bajarên din, cihê xwe di nava meclisê de digirin. Cûmane diyar kir ku dema ku çeteyan DAIŞ'ê Reqa dagir kiribû, jinan pir êş kişandin. Her wiha Cûmane da zanîn rola jinan ji aliyê zîhniyata baviksalar ve ku hemû cîhan dagir kiriye, hatiye paşguhkirin.

Cûmane wiha dewam kir: “Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, meclisên taybet ên jinan hatin avakirin, em ê jinan şiyar bikin û rola wan di hemû aliyên jiyanê de bidin aktîfkirin."

Semînera ku bi pirs û bersivan bi dawî bû, piraniya nîqaşan li ser aktîfkirina rola jinan bi taybet li bajarê Reqayê, ji ber ku heta niha jinên Reqayê ji sîstemên baviksalar û zîhniyeta paşverû êşê dikişînin. 

(jo)

ANHA