Hejmara xwendekarên Minbicê zêde dibe

Hejmara xwendekarên dibistanên Minbicê û gundewarên wê sal bi sal zêde dibe. Bi destpêkirina sala perwerdeyê ya nû re hejmara xwendekaran gihaşt 130 hezarî. Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê Buseyna El-Hisên texmîn kir ku ev hejmar dê bigihîje 150 hezar xwendekaran.

Hejmara xwendekarên Minbicê zêde dibe
Hejmara xwendekarên Minbicê zêde dibe
1 cotmeh, 2018   07:58

CIWAN EHMED-KAMIRAN XOCE / MINBIC

Piştî rizgarkirina Minbicê ji hêla QSD`ê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve di 12`ê Tebaxa 2016`an de, Rêveberiya Sivîl a Minbicê girîngî da warên xedemî, perwerdehî û tenduristiyê.

Ji ber ku xwendekar nêzî 3 salan di dema dagirkeriya DAIŞ`ê de ji xwendinê qut bûn, Rêveberiya Sivîl bi awayekî lezgîn dibistan vekirin. Di sala perwerdeyê ya 2016-2017`an de 217 dibistan hatin vekirin. Nêzî 75 hezar xwendekar di wan dibistanan de perwerde dît.

Di sala 2017-2018`an de ji ber pêşwazîkirina Rêveberiya Sivîl a Minbicê, koçberên ji herêmên di bin serweriya rêjîmê de wekî El-Xefse, Miskenet Wotidaf û gelek herêmên di bin serweriya Diri El-Furat wekî Bab û Cerablusê de, hejmara xwendekaran zêde bû û gihaşt 125 hezar xwendekaran li 317 dibistanan.

Di sala 2018-2019`an de 2 hezar û 629 mamoste û 90 perwerdekar di dewreyên bîrdozî re ji bo 2 mehan derbas bûn.

130 hezar xwendekar diçin dibistanan û tê texmîkirina ku hejmar zêde bibe.

Têkildarî mijarê hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê, Buseyna El-Hisên wiha got: “Ji ber bicihhatina ewlehî û aramiyê li bajêr, gelek şêniyên ku koçberî Tirkiye û dewletên din bûne vegerîn bajêr. Ji ber wê serjimara xwendekaran îsal gihaşt 130 hezar xwendekaran.”

Her wiha Buseyna destnîşan kir ku ew texmîn dikin ku ev hejmar zêde bibe û bigihîje 150 hezar xwendekaran.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê babetên zimanê kurdî û çand û exlaq li materyalên îsal zêde kirin. Her wiha bi vê armancê komîteyê mamosteyên pêwîst amade kirin.

Plansaziya biserxistina prosesa perwerdeyê

Bi hatina sala perwerdeyê ya nû re komîteyê ji bo biserxistina prosesa perwerdeyê plansaziyek danî û li gorî wê mamoste, çavdêr û gelek komîte amade kirin.

Tevî vekirina peymangeha amadekirina mamosteyan, komîteyê bi armanca hêsankirina meşandina xebatên xwe navendên rêveberiya dibistanan li 3 gundan vekirin. Her wiha ji bo şopandina prosesa perwerdeyê û mîsogeriya serkeftina wê, komîteyê gelek çavdêr erkdar kirin. 

(şx)

ANHA