Li muzexaneya Berxwedana Sedsalê şevbêrkeke hunerî

Bi armanca bîranîna şehîdan û berxwedana Kobanê, li taxa Şehîd Serhed ku niha bûye beşek ji muzexaneya Berxwedana Sedsalê ya bajarê Kobanê, şevbêrkeke hunerî hate organîzekirin. 

Li muzexaneya Berxwedana Sedsalê şevbêrkeke hunerî
Li muzexaneya Berxwedana Sedsalê şevbêrkeke hunerî
Li muzexaneya Berxwedana Sedsalê şevbêrkeke hunerî
Li muzexaneya Berxwedana Sedsalê şevbêrkeke hunerî
Li muzexaneya Berxwedana Sedsalê şevbêrkeke hunerî
1 cotmeh, 2018   07:33

KOBANÊ

Li Taxa Şehîd Serhed a bajarê Kobanê ya nêzî deriyê sînor ê navbera Bakur û Kobanê de û niha bûye beşek ji mûzexaneya Berxwedana Sedsalê, di dema êrîşên çeteyên DAIŞ`ê de şerên herî giran li wê taxê rû dan. Çeteyan dixwest wê taxê bi temamî bigirin û piştre deriyê sînor bigirin, bi vê yekê wê Kobanê ji her çar aliyan de dorpêç bikirina. Lê şervanên YPG û YPJ`ê li hemberî van êrîşan berxwedaneke ku li tevahiya dinyayê deng veda, da meşandin.

Bi armanca bîranîna şehîdên Berxwedana Sedsalê û zindîkirina berxwedanê, duh Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya kantona Kobanê, li beşa muzexane ya Taxa Şehîd Serhed, şevbêrkeke hunerî organîze kir. Bi dehan şêniyên Kobanê, şervanên YPG, YPJ û endamên saziyên civaka sivîl beşdarî şevbêrkê bûn.

Şevbêrk bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê Koma Şehîd Gîvara ya girêdayî navenda Baqî Xido stranên pêşkêş kirin. Her wiha helbestvan Hemê Kobanê jî helbestên xwe xwendin û şanoyek der barê rewşa Efrînê de hate pêşkêşkirin.

(sn-hk/kc)  

ANHA