Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Vekişandina komên çete ji Idlibê li gorî hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê geşedanên mezin di navbera tabûrên çekdar ên li Idlibê de derxist. Rêjîma Sûriyeyê soz da ku dê serweriya xwe li ser Idlibê çi bi şer û çi bi aştiyane, ferz bike.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
1 cotmeh, 2018   07:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa nakokiyên di navbera tabûrên çekdar ên li Idlibê der barê hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê de kirin. Rojnameyan bal kişand ser hilbijartinên serokkomar û serokwezîr li Iraqê. Rojnameyan her wiha behsa şerê di navbera aliyên Yemenê de kir.

Şerq El-Ewsat: Li rex vekişandina çekên giran ji "devera tampon" a Idlibê tevliheviyek heye

Rojnameyên erebî yên îro behsa mijarên Sûriyeyê û vekişandina tabûrên çekdar ji Idlibê li gorî hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê kir. Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku di navbera tabûrên Sûriyeyê yên opozîsyonê de tevlihevî derketiye û nûçeyên der barê vekişandina çekên giran ji devera tampon dijberî hev bûn. Berdevkê Eniya Niştimanî ya Rizgariyê Nacî Mistefa ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye avakirin û gelek tabûrên çete digire nava xwe, ragihand ku çekên giran ji tu deveran nehatine vekişandin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî duh ragihand ku tabûra Feyleq El-Şam a girêdayî Eniya Niştimanî ya Rizgariyê çekên xwe yên giran vedikişîne.

El-Heyat: Der barê vekişandina tabûrên çekdar ji devera tampon a Idlibê de geşedan derketin

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Heyat jî diyar kir ku der barê vekişandina tabûrên çekdar ji parêzgeha Idlibê de geşedan derketin ku li gorî hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê divê pêk were. Şamê jî soz da ku dê bajêr, çi bi şer û çi jî bi aştiyane, vegerîne. Wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Welîd Muelêm di hevpeyvînekê de bi kanala RT ya Rûsyayê re da zanîn ku pêkanîna devera tampon li Idlibê dest pê kir û hê jî ew dixwazin dosyayê bi aştiyane çareser bikin. Muelêm da zaîn ku çareseriya li Idlibê pêkan e û Tirkiye çekdarên li Idlibê baş nas dike û wiha got: "Ji mafê Sûriyeyê ye ku hemû rêbazên xwe bi kar bîne da ku Idlibê vegerîne, çi bi lihevhatinan be û çi jî bi rêbazên din.”

Iraq

Girêdayî çalakiya siyasî li Iraqê û avakirina hikumeta Iraqê û pêşbirka partiyên kurdî ji bo wergirtina paya serokkomarê Iraqê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Partiyên Barzanî û Talebanî di qonaxa dawîn de pêşbirka serokkomariya Iraqê dikin."

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Niştecihkar dîsa bi ser mizgefta El-Eqsa de hatin."

Yemen

Der barê mijar û aloziya Yemenê de rojnameya Şerq El-Ewsat behsa pevçûnên di navbera hêzên artêşa Yemenê û hêzên Hûsî de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Koalîsyona Erebî du keştiyên Hûsiyan ku hewl didan derbasî bendera Cazan bibin, rûxandin.”

ANHA