Bûyera xeniqîna pitikekî li kampa Eyn Îsa hate aşkerakirin

Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya Kampa Eyn Îsa sedema mirina pitikê bi navê Mihemed Emar El-Hisên aşkera kir. Ji aliyê xwe ve rêveberiya kampê soza bicihanîna girtekên pêwîst û muhasebekirina berpirsyarên kêmasiyê da. 

Bûyera xeniqîna pitikekî li kampa Eyn Îsa hate aşkerakirin
Bûyera xeniqîna pitikekî li kampa Eyn Îsa hate aşkerakirin
Bûyera xeniqîna pitikekî li kampa Eyn Îsa hate aşkerakirin
Bûyera xeniqîna pitikekî li kampa Eyn Îsa hate aşkerakirin
Bûyera xeniqîna pitikekî li kampa Eyn Îsa hate aşkerakirin
Bûyera xeniqîna pitikekî li kampa Eyn Îsa hate aşkerakirin
Bûyera xeniqîna pitikekî li kampa Eyn Îsa hate aşkerakirin
Bûyera xeniqîna pitikekî li kampa Eyn Îsa hate aşkerakirin
Bûyera xeniqîna pitikekî li kampa Eyn Îsa hate aşkerakirin
1 cotmeh, 2018   06:54

EHMED EL-KEMIYAN - TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya Kampa Eyn Îsa, mercên xeniqîna pitikê bi navê Mihemed Emar El-Hisên di korteke kanalîzasyonê de piştî gelek lêkolînan li cihê bûyerê ragihand.

Di 25`ê Îlonê de pitikê bi navê Mihemed Emar El-Hisên (1,5 salî) di korteke kanalîzasyona ya li Kampa Eyn Îsa mirî hate dîtin. Piştî gelek lêkolînan û li gorî rapora tenduristiyê hate diyarkirin ku pitik bi xeniqînê di kortê de wefat kiriye.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya Kampa Eyn Îsa, Mihemed Ehmed El-Salis tekez kir ku ji ber telefbûna madeya ku devê kortê pê hatibû girtin, zarok werbûbû kortikê. Her wiha destnîşan kir ku li gorî rapora tenduristiyê sedema takene ya wefatê xeniqîn e.

Tê zanîn ku Rêxistina Blumondê xebatên avakirina kortikên kanalîzasyonê li kampê meşandibûn. Lê ji ber nebicihanîna pîvanên saxlemiyê, ev kortik hilweşî û di encamê de zarok kete kortikê.

Ji aliyê xwe ve karmendên rêxistina Blumondê piştî dîtina pitikê mirî di kortika ku rêxistina wan çêkiriye, diyar kir ku sedemên din ên bûyerê hene.

Her wiha hevserokê rêveberiya Kampa Eyn Îsayê Celal al-Eyaf sedema bûyerê bi neavakirina xezanên ji çîmentoyê li kampê ve girê da. Her wiha El-Eyaf destnîşan kir ku xwediyê erda ku rêveberiyê ji bo kampê bi kar tîne, razî nebû ku ev xezan bên avakirin.

Celal El-Eyaf tekez kir ku ji bo rê li ber van bûyeran bigirin dê girtekên pêwîst bigirin û bang li koçberan kir ku bi rêveberiyê re hevkar bin û eger kêmasiyek dîtin yekser li gel rêveberiyê gilî bikin. Di dawiyê de El-Eyaf destnîşan kir ku berpirsên vê bûyerê dê werin muhasebekirin.

Gelek dezgehên çapemeniyê, mercên cuda yên pêkhatina bûyerê belav kirin, lê rêveberiya kampê ev îdia red kirin.

(şx)

ANHA