Xebatên Navenda Aboriya Jinan a Dirbêsiyê

Navenda Aboriya Jinan a navçeya Dirbesiyê gelek projeyên taybet ji bo jinan pêk anîn û roleke girîng ji bo perwerdekirin û pêşxistina jinan di hemû waran de lîst.

Xebatên Navenda Aboriya Jinan a Dirbêsiyê
Xebatên Navenda Aboriya Jinan a Dirbêsiyê
Xebatên Navenda Aboriya Jinan a Dirbêsiyê
1 cotmeh, 2018   06:43

OLVA HEC MENSÛR / HESEKÊ

Navenda Aboriya Jinan a navçeya Dirbesiyê ya girêdayî kantona Hesekê li Bakurê Sûriyeyê, di Îlona 2015`an de bi armanca pêşxistin û zanakirina jinan di warê aborî de hate vekirin. Ji wê demê û bi vir ve navendê gelek projeyên cuda bi cih anîne.

Ji bo pênasekirina rêziknameya hundirîn a Navenda Aboriya Jinan û şîrovekirina pergal û têgehên kooperatîfan gelek civîn ji şêniyan re hatin lidarxistin.

Ji yekemîn projeyên ku navendê pêk anîne, avakirina zeviyên sebzeyan li gundê Qolan ê girêdayî navçeya Dirbesiyê ye.

Her wiha 2 firin li bajarokê Zergan û li gundê Sefer ê girêdayî navçeya Dirbesiyê vekirin. Ji aliyê din ve ji bo avakirina kooperatîfên sewalkariyê li gundê Til Gidîş û yek din jî ji bo xwedîkirina pez û mirîşkan li gundê Etîşan xebat meşandin.

Ji kooperetîfên ku jinan cihê xwe di nav de girtiye, yek jî kooperatîfên çandiniyê ne. Navendê gelek kooperetîf li bajarokê Zergan ava kirin û li van kooperatîfan genim û ceh tên belavkirin.

Têkildarî mijarê di hevpeyvîneke li gel ajansa me de endama rêveber a Navenda Aboriya Jinan Gulistan Umer wiha got: “Ji bo pêşxistina aboriya jinan û da ku jin bikarin xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin em bi şev û roj dixebitin.”

Her wiha Gulistan Umer di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew niha bernameya sala 2019`an a xebatên navendê nîqaş dikin.

(şx)

ANHA