`Divê hiqûqa mafên mirovan erka xwe li hemberî tecrîdkirina Ocalan bi cih bîne‘

Welatiyên Hesekê bang li saziyên hiqûqa mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî kir ku xwedî li erka xwe ya exlaqî û mirovî derkevin û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

`Divê hiqûqa mafên mirovan erka xwe li hemberî tecrîdkirina Ocalan bi cih bîne‘
1 cotmeh, 2018   07:01

HESEKÊ

Di çarçoveya cezayê qedexekirina hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzeran re û girankirina tecrîdê de, nerazîbûnên şêniyan zêde dibin û dengên banga bidawîkirina tecrîd û serbestberdana Ocalan bilind dibin.

Hejmareke welatiyên bajarê Hesekê der barê mijarê de nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Welatiya bi navê Nazliyê Mihemed bang li rêxistinên mirovî kir ku rê li ber binpêkirinên Tirkiyeyê bigirin û tecrîdê li ser Ocalan rakin. Nazliyê wiha domand: “Nêzî 20 sal e ku binpêkirinên neexlaqî der heqê Ocalan de tên kirin. Ev rewş nayê qebûlkirin û bi taybet der heqê rêberekî de ku mifteya çareseriya pirsgirêkên herêmê ye.”

Her wiha Nazliyê destnîşan kir ku ew dê rêya fikr û felsefeya Ocalan bidomînin û heta azadiya wî dê têkoşînê berdewam bikin.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Ibrahîm Şêxo wiha got: “Em wek gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê yên ku dibînin fikr û felsefeya Ocalan mîsogeriya avakirina civakeke demokratîk û azad e, heta azadiya Ocalan dê mîna wî tê bikoşin û li ber xwe bidin.”

Di berdewama axaftina xwe de Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst bi tecrîdê dixwaze gelê Kurdistanê ji fikrên Ocalan dûr bixe. Lê Şêxo destnîşan kir ku felsefeya Ocalan di hişê wan de bi cih bûye û heta pêkanîna armancên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê tê bikoşin.

Di dawiyê de Şêxo bang li rêxistinên ku qaşo banga mafên mirovan dikin û Neteweyên Yekbûyî kir û zextê li dewleta Tirk bikin da ku destûrê bide parêzer û malbatê ku Ocalan bibînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Dozgeriya Giştî ya Bursayê ya dewleta Tirk bi armanca bicihanîna siyasetên dewleta Tirk di girankirina tecrîdê de, ji sala 2011`an ve hevdîtinên Ocalan bi parêzeran re red dike.

(şx)

ANHA