Şêniyên El-Keramê şehîdekî xwe oxir kirin

Bi dehan şêniyên El-Keramê cenazeyê şervanê QSD`ê Zekeriya Emar (Muhend) ê ku di qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbû veşartin

Şêniyên El-Keramê şehîdekî xwe oxir kirin
Şêniyên El-Keramê şehîdekî xwe oxir kirin
Şêniyên El-Keramê şehîdekî xwe oxir kirin
Şêniyên El-Keramê şehîdekî xwe oxir kirin
Şêniyên El-Keramê şehîdekî xwe oxir kirin
Şêniyên El-Keramê şehîdekî xwe oxir kirin
Şêniyên El-Keramê şehîdekî xwe oxir kirin
29 îlon, 2018   14:27

REQA

Kerwanê cenaze ji deriyê ketina herêma El-Keramê nêzî çerxeriya El-Selam ber bi goristana Şehîd Sêvdar ketin rê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê şervanên QSD`ê û Hêzên Ewlehiyê torenek leşkerî pêşkeş kirin.

Bi navên Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed El-Meter, endamê Meclisa Sûriyeya Demokratîk Ezîz Hesen û fermendarekî QSD`ê Feysal Ebû Ezîz axivîn. Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin, her wiha fedekariyên şehîdan ji bo jiyana bi azad û rumet destnîşan kirin û soza şopandina rêya şehîdan ta pêkanîna azadiyê û edaletê dan.

Piştî bi dawîbûna axaftinan, wesîqeya şehadetê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Girseya gel cenazeya Şehîd Zekeriya Emar di nav tilîliyên dayîkan û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.

(şx)

ANHA