Şêniyên Efrînê tev li xwepêşandanên alîgirên artêşa Tirk nebûn

Şêniyên Efrînê tevî gefxwarinên bi çekan, qebûl nekirin tev li xwepêşandanên alîgirên artêşa Tirk bibin. Ji aliyê din ve MIT ji çeteyan xwestin ku bi darê zorê şêniyan tev li xwepêşand roja înê ya bê bikin.

Şêniyên Efrînê tev li xwepêşandanên alîgirên artêşa Tirk nebûn
29 îlon, 2018   14:55

EFRÎN

Ji destpêka dagirkirina artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê li kantona Efrînê û heta îro ve, bi armanca qirkirina çanda şêniyên Efrînê hovantirîn binpêkirin der heqê welatiyên Efrînê de ji koçberkirin, guhertina demografiya herêmê, kuştin, revandin, talakirina milkên welatiyan û şewitandina zeviyên wan pêk tînin. A herî dawî bi darê zorê welatiyan tev li xwepêşandên li dijî rêjîma Sûriyeyê û piştgiriya artêşa Tirk dikin.

Li gorî çavkaniyên ji Efrînê, çeteyên artêşa Tirk xwepêşandanên roja înê bi piştgiriya artêşa Tirk orgenîze dikin û welatiya bi darê zorê tev li wê dikin. Heman çavkanî tekez kir ku şêniyan ruxmî gefxwarinên çeteyan bi çekan tev li meşê nebûn. Ji ber vê yekê çete hers nîşan dan.

Her wiha çavkaniyan tekez kirin ku istixbarata Tirk(MIT) ji ber wê tengav bûne û destnîşan kir ku rayedarên MIT  bi rayedarên girûpên çekdar û serokên meclisa herêmî ya ku dagirkera Tirk ava kiriye re civiya.

Di civînê de rayedarên MIT ji çeteyan xwestin ku şêniyan bi darê zorê tev li meşa roja îna bê bikin û pêwîstiya rakirina alên dewleta Tirk û berzkirina dirûşmeyên silavkirina artêşa Tirk ji çeteyan re tekez kirin.

Her wiha Istixbarat Tirk gefa girtinê li hemû serokên meclisên Efrînê xwarin eger nikarîn şêniyan tev li xwepêşandana îna bê bikin.

(şx)

ANHA