Jinên zana stûnên civaka azad in

Li Akademiya Jinên Sûriyeyê ya herêma Tebqayê dewreya 5`emîn a bi navê Şehîd Amargî Tolhildanbi dawî bû.

Jinên zana stûnên civaka azad in
Jinên zana stûnên civaka azad in
Jinên zana stûnên civaka azad in
Jinên zana stûnên civaka azad in
Jinên zana stûnên civaka azad in
29 îlon, 2018   14:16

TEBQA

Dewreya perwrdeya bîrdozî bi tevlêbûna 28 endamên saziyên sivîl û leşkerî yên herêma Tebqayê hatibû vekirin

Dewre 25 rojan berdewam kir, tê de waneyên wekî; Rêgezên Netewa Demokratîk, Şerê Taybet, Jineolojiya û dîroka jin hatin dayîn.

Bi armanca qedandina dewreyê merasîmeke hate lidarxistin.

Piştî rêzgirtina li ser giyana şehîdan, endama rêveber a Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Wela El-Nacî axivî û bi dawîbûna dewreya perwrdeyê li hemû jinên beşdarî dewreyê bûne pîroz kir, her wiha hewldana her jinekê ji bo xilasiya ji zihniyet û kevnaşopiya civakê silav kir.

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Texrîd El-Abdullah ku beşdarî dewreya perwerdeyê bibû axivî û destnîşan kir ku divê hemû jin bendêm tirs û şermê bişkînin û ji bo pêşxistina xwe û rizgariya civakê tev li dewreyên fikrî bibin, ji ber ku jina azad tê wateya civaka azad.

Endama bi navê Reşa El-Abdullah ji ajansa me re axivî û got: ``Berî ku em tev li dewreyê bibin, tiştek ji dîroka jinê nas nedikir. Lê piştî dewreyê bi awayekî kûr me dîroka jina azad nas kir û çawa desthilatdaran wê bi zorê kirin koleya zihniyeta mêrdestiyê.``

Merasîma bi girandina xelekên govendê li ber stranên gelêrî bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şervanan YPJ‘ê şehîd Nehîda Cuma bi nasnav Amargî Tolhildan şehîda yekem ji Dêrazorê ye.

(şx)

ANHA